Zarokên Kurd

Şeymus OZZENGIN

BANGA MİN Jİ PARÊZER Û HİKÛKNASÊN KURD RE!

Bi tofana erdhejê re dewleta tirk sucekî jenosîdî dike.

Di tora civakî de wek nûçe derndikevin, ku dewleta Tirk, wan zarokên ku di bin derûneyek xerab de yetim û sêwî mane, ji Kurdistanê derdixe û dide malbatên nîjadperest û endamên dewletê.

Meriv û malbatên Kurd ku daxwaz kirine wan zarokan bigirin bin hîmaya xwe, red dike û ji herêmê derdixe û direvîne nav tirkan. Ew nîjadperestên tirk ku wan zarokên kurdan bigirin cem xwe, em dizanin bê wê çi bîne serê wan zarokan. Wê di bin metirsî û zilmek xerab de, mejûyê wan zarokan bêt şuştun û wek nîjadperestên tirkan bên mezinkirin. Wê ev jî bibe sebebê trawmayên derûnî. Ev sûcekî nemirovî ye. Jenosîda zarokên miletekî ye.

Ji bona ku hîn pirtir zilim li van zarokên Kurd yên ku li herêma erdhejê yetîm û sêwî mane neyê, divê pêşî li vê jenosîda zarokên Kurd yên herêma erdhejê bêt girtin.

Divê komîsyonek ji parêzer û hiqûqnasên Kurd bêt avakirin. Ev komîsyon, serî li UNİCEF, cemîyeta NY û parlementoyên Yekitîya Ewrûpa û Emerîka bixîne û rewşa van zarokan û jenosîda di derheqa van zarokên kurdan de bîne rojevê.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *