Zanîn û Nezanîna Tarîxê

Roşan LEZGÎN

Ehwalê miletê ku xebera wî ji tarîxê tune be eynî wekî ehwalê gayê ku derdikeve arenayê ye. Çawa ku li hemberî matadorî qedera gayî tim şikestin e, qedera miletê ji zanîna tarîxê bêpar jî tim şikestin e; şikest li dû şikestê…

***

Peyva “tarîx”ê ji Erebî ketiye zimanê me lê koka wê ji zimanê Aqadî tê, dibe ku Sumerî be jî. Ji Aqadî derbasî zimanên Aramî bûye, paşê ketiye Îbranî û ji wir jî derbasî Erebî bûye. Netîce bi vî formî ji Erebî ketiye Farisî, Kurdî û Tirkî. Kurdên me yên Başûr, bi taybetî entelektuelên Silêmanîyê, peyvên ku ji Erebî ketine Kurdî heram dibînin. Lewre peyvên wisa ji nav zimanê xwe derxistine û li şûna wan yan peyvên nuh çêkirine yan jî ji Farisî, heta ku ji Înglîzî girtine. Mesela, ji bo tarîxê peyva “dîrok” çêkirine. Lê berîya wan, kurdên me yên Rojhelatê ji sala 1943yan vir de li şûna “tarîx”ê bi xeletî peyva “berwarî” bikar tînin. Yanî niha kurdên me yên Rojhelatê ji bo tarîxê dibêjin “berwarî”, kurdên me yên Başûr dibêjin “dîrok”. Kurdên me yên zaza, dîsa gelek kurmancên me jî peyva “tarîx”ê bikar tînin. Lêbelê li van salên dawîn, bitaybetî di warê nivîsînê de, kurmancên me peyva “dîrok”ê bikar tînin. Di Kurdî de bi vî awayî ji bo tiştekî bikaranîna peyvên cihê diyalektên me ji hev dûr dike, ji hevûdin têgihîştina me zehmet dike. Ev jî dike ku psîkolojîya me ya kolektîf çênabe.

Danişgahê Kurdistan (Unîversîteya Kurdistanê) di gulana sala 2010an de li Sineyê konferansek organîze kir. Ji bakurê Kurdistanê em çend kes beşdar bûn. Ew hevalên ku wê demê em bi hev re çûn jî şahid in, kesên ku bi me re di têkilîyê de bûn û bo me e-mail dişandin, digotin “Lem Berwarî werin, lew Berwarî konferans…” Min fêm nedikir ku çima behsa Berwarîyê dikin. Piştî ku em çûn Sineyê hingê min fêm kir ku li rojhelatê Kurdistanê ji bo peyva tarîxê dibêjin berwarî. Ev jî wisa çêbûye. Ebdurehman Zebîhî (1920-1980) di nusxeyeka rojnameya Roja Nû de li binê nivîsekê îbareya “Berwarî, 1943” dibîne û dibêje qey peyva berwarî di Kurdî de tê manaya tarîxê. Çimkî li Îranê di kultura nivîsînê de edeteka wisa hebûye ku li binê mektûb yan nivîsan, wek nimûne “Tarîx, 21.05.1943” dihat nivîsîn. Ebdurehman Zebîhî jî wê demê rojnameya Niştiman derdixe, êdî di rojnameyê de li şûna tarîxê peyva Berwarî bikar tîne. Ji wir pê ve navê Berwarî bi manaya tarîxê dikeve devê xelkê me yê Rojhelatê. Ebdurehman Zebîhî paşê pê dihese ku Berwarî li başûrê Kurdistanê navê bajarekî ye, ew kesê ku nivîs ji bo rojnameya Roja Nû şandiye, bi wê îbareya li binê nivîsa xwe xwestiye diyar bike ku wî li Berwarîyê di vî wextî de ev nivîs nivîsîye. Ebdurehman Zebîhî xeletîya xwe ferq dike lê dike nake nikare wê peyvê paş ve bigire. Gelo ji ber sosyolojîya me ye, yan ji ber sebebekî din e, ez nizanim, tiştên xelet gelek zû dikevin hişê me kurdan û êdî jê dernayên!

Tarîx çi ye? Manaya pêşî ya tarîxê zeman yan jî dewra bûyina tiştekî ye; bi gotin yan jî bi reqem nîşandana roj, meh û sala bûyina tiştekî. Manaya din, di navbera paşeroj û pêşerojê de proseya çêbûn, pêşveçûn û temambûna tiştekî ye. Manayeka muhîm jî, ew zanist e ku ji destpêka çêbûna miletekî heta bi îroya wê çi bûyer û qewimînên ku di serê wê re derbas bûne, yan jî çi hereketên ku kirine, bi awayê ku zeman û mekan jî were diyarkirin, têkilîya di navbera bûyeran de vedikole ku bi çi awayî tesîr li hevûdin kirine û çawa bi hev ve hatine girêdan. Eger em li manayên wê bigerin, tarîx dikare bibe navê kitêbekê jî, dikare bibe navê dersekê jî. Dibe ku manayên din jî hebin, bo nimûne, meriv dikare bibêje tarîx tecrube ye jî. Axir, hem manayên tarîxê gelek in, hem jî fonksîyonên wê. Mesela, zanîna tarîxa tiştekî, li hemberî wî tiştî merivî hêzdar dike. Jixwe heta ku tarîxa tiştekî neyê zanîn ew tişt jî baş nayê zanîn. Û tarîx tenê ew nîne ku derbas bûye çûye, meriv dikare tarîxa muhtemel ku dê çêbibe jî tesewur bike. Mesela, gotineka pêşîyên me kurdan heye, dibêjin “Tu çi biajoyî, tu yê wî biçinî.” Bo nimûne, em îro ji bo miletê xwe yan ji bo zimanê xwe îstîqbaleka çawa tesewur bikin û eger em tesewura xwe tetbîq bikin, tarîxa miletê me yan jî tarîxa zimanê me jî teqrîben dê wisa çêbibe.

Zanîna tarîxê hêz e; nezanîna tarîxê jî lawazî ye. Zanîna tarîxê xurtîyê bi xwe re tîne; nezanîya tarîxê jî zeîfî ye. Em bi nimûneyekê vê îzeh bikin. Mesela, edetekî xelkê spanyolî heye, gayê xwedîkirî yê xurt berdidin arenayê, ga û zilamek şer dikin. Ji bo kesê ku bi gayî re şer dike dibêjin “matador”. Kesê ku dibe matador xisûsî tê hilbijartin û hem ji alîyê zanînê hem jî ji alîyê bedenê ve perwerde dibe. Em bibêjin, çi zanînên ku heta wê demê derheqê xûy û reftarî, hal û hereketên gayan de hatine qeydkirin dixwîne. Em bibêjin, fêr dibe ku ga êrişê rengê sor dikin. Dîsa, çi zanînên ku derheqê hal û hereketên matadorên berîya wî de hatine nivîsîn jî dixwîne yan jî ji matadoran guhdarî dike. Bi vî awayî derheqê tarîxa şerê gayan û matadoran de dibe xwedîyê zanînê, ji tecrubeya matadorên berê îstîfade dike. Tenê ev jî nîne, berîya ku li arenayê bi gayekî re şer bike, gelek car şerê matadorên din û gayan temaşe dike. Bi çavê xwe dibîne ku ga li hemberî matador û rengê sor reflekseka çawa nîşan dide, matador li hemberî êrişên gayî bi kîjan hemleyî xwe diparêze û rim yan jî şûrê xwe çawa li kîdera gayî dixîne. Yanî matador li hemberî gayî bi her awayî, hem bi zanînê, hem bi xwe pêçan û çekan, hem bi hêza bedena xwe bi awayekî mikemel amade dibe.

Helbet ga heywanekî gelek hêzdar e; sembola qewetê ye, lê ga tarîxê nizane. Ga ji zanîna tarîxê bêpar e; dema ku derdikeve arenayê û bi matador re şer dike, ne ji gayên berîya xwe tiştek bihîstiye, ne jî şerê gayek û matadorek temaşe kiriye ku bikare jê tecrube bigire. Ga dema ku derdikeve arenayê bi her halê xwe bakîr e; xam xeşîm e. Ga dema ku derdikeve arenayê, wekî refleks bi temamê hêza xwe êrişê cawê sor dike. Lê matador bi hemleyeka narîn û sivik xwe ji pey cawê sor dide alî. Hemleya gayê ku dikare dîwarê kelehekê birûxîne li valahîyê diçe. Ga heta pê dihese ku ew tenê cawek bû û dema ku dixwaze xwe ragire, li ser her du lingên xwe yên pêşîn diçe erdê. Gewdeyê gayî giran e, nikare wekî matador bi sivikî manevra bike. Hingê matador ji alîyê paş ve şûr yan jî rimê xwe di nav qolincên gayî de diçikîne. Gayê ku sembola hêzdarîyê ye ji nava her du bêrokên xwe, tam cihê ku qeweta xwe jê digire derba mirinê dixwe.

Ehwalê miletê ku xebera wî ji tarîxê tune be eynî wekî ehwalê gayê ku derdikeve arenayê ye. Çawa ku li hemberî matadorî qedera gayî tim şikestin e, qedera miletê ji zanîna tarîxê bêpar jî tim şikestin e; şikest li dû şikestê…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *