YNKê, divê di vê Kongreyê de di siyaset û berpirsiyariya xwe de guhertineke bingehî çêkin 

Îbrahîm GUÇLU 

Ez jî dinivsînim û gelek nivîskar û siyasetmedarên Kurdistanê jî dinivisînin ku  taybetî piştî ku Celal Talabanî jiyana xwe ji dest da, di YNKê de gûhertinên gelek ne baş hatin kirin. YNKê di sala Cotmehe 2017an de dema ku li hemberî Kerkukê tewan kir û bû sedem ku Kerkuk ji aliye Hikûmeta Navendî ya Iraqê û dewletên kolonyalist ve bê dagirkirin, qewimandinên gelek qirêj û krimînal di nav YNKê rû da.

Wek tê zanîn Kongreya YNKê ya herî dawî ya 4-emîn  piştî ku Celal Talabanî jiyana xwe ji dest da di  23.12.2019ê de hatibû lidarxistin. Ev kongreya ji bona YNKê, bi her wateyê bû darbeyeke nav rêxistinê. Sîstema rêxistinî ya YNKê di vê kongreyê de hat gûhertin, YNKê zêdetir ber bi sîstemeke otorîter û krîmînal ve çû. Endam û berpirsiyarên YNKê yê damezrêner û yên ku YNKê kiribûn rêxistineke navdar û mezin, hatin tasfiye kirin. Heta jiyana wan ket bin xeteriyê.

YNKê li ser navê demokrasiyê, sîstema hevserokî ya PKKê pejirand. Lê zêdetir bû rêxistineke ne demokrat. Ji bona YNKê Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî wek hevserokê YNKê, encama hilbijartineke şiklî hatibûn hilbijartin. Ev du hevserokan ciyê Celal Talabanî bi wateyekê dagir kirin.

Lê piştî Kongreya 4-emîn, di navbera her du baskên YNKê de nakokî û şerekî gelek dijwar derket û kar û barên navxwe yên YNKê bi temamî têk çûn; YNKê ji xeta neteweyî dûrket. Zêdetir ket bin bandora Îranê û hêzên terorîst yên wek PKKê û Haşdî Şabî. Statuya Sileymaniyê anîn rojevê. Beşek mezin ji bona ku Sileymaniyeyê ji bin desthilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê derkeve, hewil dan. Li Sileymaniyeyê karên terorîstî zêde bûn.

YNK bi awayekî vekirî bibû du serî. Her seriyekî ji xwe re di nav YNKê hêz çêkirin. Bi derve re danûstandin kirin. Ji bona ku zora hevdu bibin hewcedarî pereyên zêde bûn, loma jî karên gelek ne rewa kirin. Ji bona xwe hêzên çekdar yên taybet çêkirin. Ev hêzên çekdar li hemberî hevdu bi kar anîn.

Bafil Talabanî, di encamê de biryar da, pismamê xwe Lehor Cengî ji hevserokiyê dûr bixe. Vê yeka şerê wan dijwartir kir.

Herdu terefan, bi çekan ji hevdu hesap pirsîn. Şer dest pê kir. Di vî şerê ne diyar yê di navbera herdu aliyan de kuştin destpêkir û çend serkirde û fermandarên leşkerî hatin qetilkirin û kujerên wan nehatin dîtin û eşkerekirin.

Gelek endam û kadroyên pêş, ên YNKê dev ji kar berdidin. Dest ji kar berdana wan ji ber wê yekê ye ku ew ditirsin ku rojekî ew jî wek Karwan Elî Şemer, Hawkar Caf, Murad Kanî Kurdayî, Akam Omerî û Niyaz Dergalayî bên kuştin ji ber ku ev diyarde li parêzgeha Silêmaniyê berdewam e.

YNK biryar daye ku di 27/9/2023-an de kongreya xwe ya pêncemîn lidar bixe. Lê hemû çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger YNK di vê rewşê de biçe kongreyê, dê encamên xirab derkevin holê. Gelek endam, kadro û berpirsên YNKê neçar in, îstifa bikin.

Loma divê di Kongreya 5-emîn ya YNKê de, gelek biryarên erênî û radîqal û raporparêz û demokrat bên girtin.

YNKê di kongreyê de xwe rexne bike û şaşiyên xwe tespît bike. Ji bona ku van şaşiyan ji holê rake rê û rêbazan diyar bike.

Bi  taybetî jî xiyaneta Kerkukê şirove bike, berpirsên wê xiyanetê tespit bike û wan dadgeh bike û wan ji YNKê dûr bixwe. Wan bi tu awayî nexe berpirsiyariya YNKê.

Divê YNKê ji bona vegere xeta neteweyî û kêmtırin ya Mam Celal Talabanî divê biryar bê girtin.

YNKê bi Îranê re pêwendiyên xwe sînor bike. Bi  PKKê û Haşdî Şabî re pêwendiyên xwe qût bike.

Li Sileymaniyeyê rêxistinbûna dewletên dagirker yên sixûrî û yên PKKê û Haşdî Şabî ji holê rake. Ji Statuya federe ya Sileymaniyeyê re xwedî derkeve.

Divê ji Statuya Herêma Federe ya Kurdistanê re xwedî derkeve. Ji bona vê biryardar û qerardar be.

Di Hikûmet û di Meclîsa Kurdistanê de xebateke bi îstîkrar bidomîne.

Divê biersiyarên YNKê, ji endam û damezrênêr û berpirsiyar û xebatkarên YNKê yên xwediyê tecrübe bên hilbijartin.

Divê YNKê bi PDKê re pêwendiyên xwe baş û xurt bike.

26.08.1923

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *