Yekrêxistinbûna PAKê û TEVGERê erênî û pîroz e…

Îbrahîm GUÇLU 

Kurdistan û neteweya kurd bi destên dewletên emperyalist û çar dewletên kolonyalist hatiye parçekirin. Neteweya Kurd ji derveyî Başûrê Kurdistanê ne xwediyê statuyeke siyasî û dewletbûnê ye. Li Başûrê Kurdistanê jî dilê Kurdistanê Kerkuk û gelek herêm û bajarên Kurdistanê, ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê ne. Li beşên din jî rewşeke gelek dramatik heye û neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên bingehî yên neteweyî bêpar e.

 Loma mirov dikare bibêje ku li dinyayê bes neteweya kurd ne xwediyê dewleta xwe ye. Welatê wan  hatiya dagirkirin û di bin zordarî û kolonyalîzmeke gelek dijwar de ye. Kurdistan ji statuya sîstema kolonyalist  ya klasîk jî bêpar e. Dewletên Kolonyalîst (Dewleta federal ya Iraq ji derve) hebûna neteweya kurd jî hiqûqên nas nakin. Girêdayî vê hişmendiyê jî mafên neteweyî û civakî jî qebûl nakin. 

Encama ev rewş û statuya neteweya kurd û Kurdistanê jî bi sedan sal e ku Kurd ji bona azadî û serxwebûn û dewleta xwe di nav têkoşînekê de ne. Piştî Peymana Lozanê ku Kurdistan bû çar parçe jî  li hemû beşên Kurdistanê cûda têkoşîna rizgarîxwaz û azadîxwaz domand. Hîn jî didomîne.

 Hîç şik tune ye ku li hemû beşên Kurdistanê, her kurdek û her rêxistinek û her çîn û tebeqeyeke civakî ya kurd û grûbên rewşenbîrî û civatên fikrî û hemû Kurdistanî ji tevgera rizgarîxwaz û azadîxwaz berpirsin. Divê di nav tevgera azadîxwaz û rizgarîxwaz de cî bigrin û wezîfeyên xwe pêk bînin. Wê deme neteweya kurd dikare bigihîje armanca xwe ya dewletbûnê û azadî û serxwebûnê. Wê deme kurd jî digihıjin merheleya hemû neteweyên dinyayê û li dinyayê wek netew û dewlet dê bê nas kirin. 

Li Bakurê Kurdistanê li hemberî kolonyalîzma Dewleta Tirk, di sala 1919an de li Koçgîriyê serhildana neteweyî dest pêkir. Heta dawiya sala 1938an qetlîama Dersîmê domand. Hezar mixabin ew serhildanên neteweyî bi qetlîaman hatin şikestin.  Serok û têkoşerên pêşeng yên wan tevgeran hatin şehîd kirin û hatin darde kirin.Li Kurdistanê pêvajoya tunekirina kurdan û ziman û nirxên neteweyî dest pê kir.

 Ew bû sedem ku kurd heta salên 1960-70yî bê deng bibin. Kurdan nikarî rêxistinên xwe ava bikin û ji bona mafên xwe tevbigerin û xebat û têkoşînê bimeşînin. Di sala 1965-an de cara pêşî rêxistineke Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) ava bû. Di sala 1969-an de DDKO wek rêxistineke kîtlewî ya hemû beşên neteweperest yên Kurdan ava bû. Bi taybetî jî piştî sala 1974-an li Bakurê Kurdistanê Bihareke nû dest pê kir û gelek rêxistinên Kurdistanê ava bûn. 

Ev rêxistinên piştî sala 1974-an ava bibûn, di demeke kurt de di nav gel de bûn hêzên mezin û piştgiriya gel qezenç kirin. Loma jî Dewleta Tirk ji bona ku pêşiya ev tevgera xurt ya neteweyî bigre û rêxistinên heyî tasfiye bike, ji aliyekî ve bi dezgehên dewletê yên emnî û îdarî, ji aliye din ve jî bi aparata xwe PKKê, li dij rêxistinên Kurdistanê xebata xwe xurt kir û kurdpewer şehîd kirin.. Ev tevgera tasfiyekirina Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, piştî Derbaya 12ê Îlona 1980 dikarim bibêjim ku leztir bû.

 Di vê qonaxê de gorî rastiya sosyolojiya Bakurê Kurdistanê û pîvanên tevgerên neteweyî,  tevgereke neteweyî li Bakurê Kurdşistanê nîne. Bes kesên tekane yên kurdpewer bi hejmareke zêde û çend rêxistin û partiyên ne kîtlewî   xebat û têkoşîna neteweyî dimeşînin. Loma avakirineke Tevgera Neteweyî di rojevê de ye. Divê ji bona vê yeke her kurdperwerek û rêxistin û partî xebat bikin. Dest bidin hev, bi hev re alîkar bin û Kurdistanê û dinyayê Tirkyeyê jinûve şirove bikin rê û rêbazekê tespit bikin. 

Ev yeka jî:

– Aqlekî neteweyî û civakî û hiqûqî dixwaze.

-Divê serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê wek armanceke stratejik û dirêj bê pejirandin.

-Divê bi jiyana neteweyî û civakî ve li hevkirîbûn hebe.

-Divê gor berjewendiya neteweyî û civakî tevbêgerandin.

-Divê ku nirxên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê di jiyana rojane û siyasî de cîbicî bibe. 

-Divê ji zimanê kurdî re bi taybetî xwedî bê derketin. Li mal û li derve û di rêxistinê de kurdî bê axivtin. Kurdî xwendin u nivîsandin divê bê pêş xistin. 

-Divê ji kurdan û Kurdistanê re  bê hez kirin.

-Divê di şertên koloni de jî avakirina Kurdistanê bibe armanc û ji bona vê hewildenake bêsînor bê nişandan.

-Divê li hemberî neteweya kurd û kurdistanê bi berpirsiyarî bê tevgerandin.

-Divê her kurdek û her rêxistineke Kurdistanê ji mafên hev yên şexsî û kollektîf re rêzgirtî bin. Mafên hevdu neperçeqînin.

-Divê rastiya parçebûna Kurdistanê û gele me ku ji derveyî îrade me û gele me qewimiye, bê qebul kirin. Lê divê wek sibê yekîtiya Kurdistanê pêk bê; bi berpirsiyariyeke neteweyî bê tevgerandin Di navbera hemû beşên Kurdistanê de ji bona alîkarî bê xebat kirin. Divê hemû parçe û rêxistinên her parçeyekî ji heq û hiqûqe hevdu re wek di ceribandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê de pêk hatibû,  rêzdar bin. Ji destwerdana parçeyan dûr bê sekinandin.

 -Divê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re xwedî bê derketin û bê parastin. Dewleta Federe ya Kurdistanê wek helîna hemû kurdan bê pajirandin. Ji armanca wan  ya dewleta serbixwe re piştgirî bê kirin.

-Divê neteweya Kurd û Kurdistan ji xeteriyan bê parastin.

-Divê li dijî Dewleta Tirk û aparata Dewleta Tirk û dewletên din yên kolonyalist PKKê    mixalefetek xurt bê li darxistin û têkoşîn bê meşandin.

 -Girêdayî armanca Dewleta Kurdistanê gorî şertan rê û rêbaz bê tespit kirin.

-Divê bi her beşeke gel re pêwendiyeke rast û dirûst pêk bê..

 Ji bona vê jî pîvana neteweyî û exlaqî ew e ku ew kes û rêxistinên di derbarê mafên neteweyî û azadiyên gel xebat dikin ji hev re alîkar bin, mil bidin hev, piştgir û hevkarên hev bin.

 Her kes û her rêxistinek qiymet bidin xebat û têkoşîna hevdu. Lê ev yeka divê pêşiya rexneyên demokratîk û exlaqî negre.

 PAK û TEVGER demeke ku bi hev re hevkar in û di xebata neteweyî de hevbeş in.Di encama xebata hevkarî de biryara yekrêxistinbûnê  girtine.  Di demek nêzik de dê  bi kongreyeke hevbeş li dar xin û  yekîtiya rêxistinî ava bikin.

 Ev biryara herdu partiyan gelek erênî û pîroz e. Divê her kurdperwerek ji vê yekîtiya PAK û TEVGERê re bibe alîkar ku bi hev re hêztir dikarin ji bona mafên neteweyî xebat bikin.

 Ez hêvîdar im ku PAK û TEVGER bi hişmendiyeke nû û wîzyoneke hîn firehtir biryara xwe pêk bînin. Ez jî ji biryara wan re alîkar im. Serkeftina wan dixwazim.

 Tatwan, 18.08.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *