Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin

Li Diyarbekirê bi mebesta gotûbêjkirina pirsgirêkên weşanxaneyên Kurdî yekem car e komxebatekê tê lidarxistin. Di komxebata weşangerên Kurd de astengiyên siyasî û darayî wek kêşeyên sereke tên bilêvkirin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan lijneyekê dê bê avakirin da ku kêşeyên weşangerên Kurd li gel sazî û dezgen fermî were axaftin û çareyek bê peydekirin.

Yekem car e li Diyarbekirê bi beşdariya berpirsên weşanxaneyên Kurdî komxebatek tê lidarxistin.

Di komxebata weşangerên Kurdî de pirsgirêkên weşangeriya Kurdî û rê û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan tên gotûbêjkirin.

Înan Eroglu berpirsê Weşanxaneya Pall ku beriya salekê hatibû avakirin û di salekê de 10 kitêb dane çapkirin amaje dike di serdemeke krîzê de yanê di saleke dawî de 4 weşanxaneyên nû yên Kurdî hatine avakirin.

Bêgûman em nikarin vê weşangeriyê bidin ber weşangeriya din. Ji aliyê statuyê ve rewşa Kurdî diyar e û ji aliyê aborî û resmî ve em bi gelek astengiyan re mijûl in. Yanê hêsankariya ji bo zimanê Tirkî û bo zimanên din tên kirin mixabin ji bo Kurdî nayê kirin. Di vê komxebatê de em li ser van pitsgirêkan, li ser rêxistinbûnê, li ser lobiyê, li ser meseleyên standardîzasyonê û edîtoryal em li vir kom bûne.

ÎNAN EROGLU – BERPİRSÊ GİŞTÎ YÊ WEŞANXANEYA PALL

Piştî komxebata ku ji hêla Tora Xebatên Kurdî û Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd ve tê sazkirin tê çaverêkirin bi mebesta çareserkirina kêşeyên weşanxaneyên Kurdî lijneyekê bê avakirin û ligel saziyên fermî û şaredariyan pêwendiyek were danîn.

Derfetên weşanxaneyên me kêm in, derfetên bazara Kurdî jî kêm in, bi belavkirina pirtûkan jî kêm e, xwendevan jî kêm in. Em dixwazin pirs û pirsgirêkên xwe yên navxweyî û derveyî gotûbêj bikin. Em çawa dikarin kalîteya weşangeriya Kurdî zêde bikin û çawa dikarin bi saziyên fermî û rêxistinên din re li ser vê çareyek peyde bikin ev mijarên me sereke yên vê komxebatê ne ku yek û yek nîqaş dikin. Ji bo vê lijneyek me dê çêbibe ê li ser van hemû pirsgirêkan dê bi aliyên pêwendîdar re bikevin têkiliyê.

BAHOZ BARAN – BERPİRSÊ WEŞANXANEYA WARDOZ

Di dawiya komxebatê de ku du roj bidome dê encamnameyekê were ragihandin.

C8

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *