Yek Gulan Pîroz be

1 May 2010Îro roja yekîtî, piştgirî û hêzbûnê ye..

Îro roja xwedî li keda xwe derketinê ye.

Îro yek Gulan roja karker,xebatkar û kedkarane.

Îro Yek Gulan roja karker û kedkarên cîhanê ye.

Îro cejna hemû xebatkar û karkerên cîhanê ye.

Yek gulan roja yekîtî, piştgirî û tekoşînê ye.

Em baş dizanin ku dîroka 1 Gulanê pir dûr û dirêje û ewqasa jî bi xwîn û biêşe! Lê di hemû deman de xebatkar û Kedkarên cîhanê ji bo, li mafên xwe yên demokratîk xwedî derkevin û dest dirêjîya li ser mafê xwe birawestînin hewcedarî rêxistinbûnê dîtin.

Di dawîya sedsala 18 an de li Ewropa û Emerîka Karker û Xebatkar ji bo mafê xwe li dijî kedxwaran doza keda xwe kirin û daxwaza mafên rêxistinî, daxwaza rojê 8 seet bi xebitin û daxwaza mafên xwe yên sirûştî kirin.

Di wan deman de rewşa ku karker û xebatkar têda bûn îro li gelek derên cîhanê disa didome û belangazî, zehmetî û kedxwarin weke rastîyek li ber çavane. Bi milyonan kesên belangaz û birçî ji bo jiyana xwe ya rojane bidomin bi zikekî birçî û bi awayekî parsek dijîn. Zarokên ku temenê wan biçûçik 15-16 seet di karên girande dixebitînin û heqê keda wan nayê dayin.

Îro li gelek derên Cîhanê bi hezaran karker bê rêxistin û bê sendîka ne û rojê 16-18 seet kar dikin. Tu mafekî wan tuneye û bê sîxorte dixebitin. Ji bo jiyana xwe bi domînin keda xwe bi pereyek kêmtir difiroşin an jî di karên reş de dixebitin.

Li welatê me hêzên metîngeh û dagirker hemû mafên me yên netewî ji holê rakirine û gelê Kurdîstanê bi salane di bin zilim û zordarîyê de, jiyana xwe didomîne. Lê di hemû deman de gelê Kurd, kêm zêde di hemû qadên jiyanê de ji bo azadî û serxwebûna xwe xebat kirîye û doza xwe şopandîye. Li hemû perçên Kurdîstanê gelê Kurd li gor şert û mercên rêxistînbûna xwe li keda xwe xwedî derketîye û bedelek daye. Ez naxwazim zêde mînakan bidim lê di dawîya salên 1970 an de li bakûrê Kurdistanê gelek rêxistin û partîyên Kurdîstanî li 1 Gulanê xwedî derketine û awayekî gisayî pîroz kirine. Yek ji wan pîrozbahîyên jê jî pîrozbahîya 1Gulanê 1979 an ya bajarê Mersînê bû. Rêxistin û Partîyên Kurdîstanî bi cil û bergên Kurdî, bi hêzek girsayî beşdarbûn û pîrozbahîyên wê salê di bandora wan de ma. Hêzên metîngeh û çapemenîya wan îddîa dikirin ku bi sedan pêşmerge bi şal û şapikên Kurdwarî beşdarî pîrozbahîyan bûne. Dûre hinek karker û şexsîyetên Kurd girtin û birin li Enqera dadgeh kirin.

Ez dixwazim derheqê dîroka 1 Gulanê de kurtenivîsek ji wîkîpedîya bi we re par bikim:

“Di sedsala 19an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewÅŸekê pir zehmetdebûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paÅŸketî de, li dijî tendurstiya mirovan, rojane 15, 16 saet an dixebitîn. Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî ne dikir. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19an de, bi pêşketina burjuwaziyê,ku teknolojî bi pêşdike ve. Ceyran tê keÅŸifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe. Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistinan dertîne holê û ji nava refên karkeran rêvebirên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

Di sala 1884 an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. yekîîtiya karkerên navnetewî û federisyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên Burjûwazî daxwazkirin, ku saetên kar yên rojane bibin 8 saet û ev yek pêwiste heya 2 salan pêk were.

Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe,di 4 gulana sala 1886an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya Karekeran ve li qada Haymertê mîtngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80 hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawîdikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndardibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin. Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêvebiriyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her Çar rêvebir Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibinû. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin.

Sendîkaya Karkerên Emerîkan di Kongreya xwe ya 1888an ya li Saint Louisê biyar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê sal di yekê gulanê de greva giÅŸtî pêkbînin. ‘Di sala 1889an de, li Parisê civîna Enternasyonal ya duyemîn hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1 Gulanê weke roja Karkerên cîhanê hate îlankirin. Ji wê rojê û pêve, Karekên cêhanê bi tekoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, Karkerên cîhanê bibin yek.

Bi vî awayî 1 Gulanê ji bo karker û kedkaran bû cejnek yekîtî û piştgiriyê.

1 Gulanê di roja me ya îro de li gelek welatan weke rojeke tehtîlê ye û ji aliyê karkeran ve bi xwepêşandanên girseyî tê pîroz kirin. Li hin welatan-jî 1 Gulanê bûye çalakiya daxwazên demakratîk ên siyasî.

1 Gulanê li Tirkiyê yekemcar di navbera salên 1908an û 1912 an de hat pîroz kirin.

Digel qedexeyên salên 1921 û 1922an de, li Stenbolê karkerên tersane û tramvayê mitîng lidarxistin.
Di sala 1925an de, li Tirkiyê qanunek hat derxistin ku pîrozbahiyan qedexe kir û 1 Gulanêweke “Cejna Bahar û Çîçekan” îlan kir.

1 Gulanê piştî bêdengiyeke 43 salan destpêkir ji sala 1968an û vir li Tirkiyê bi rengên cuda cuda hat pîroz kirin.

Di sala 1977an de, 500 hezar kesên ku tevlî merasîmeke li meydana Taksimê bûbûnrastî gulebaranê hatin û 37 kes mirin.

Bi tevî darbeya 12 ÃŽlonê-jî 1 Gulanê hertim dihat qedexekirin. PiÅŸtî 12 ÃŽlonê sala 1980 1 Gulanê di sala 1989an de li gelek fabrîkayan bi grev û berxwedanan hat pêşwazî kirin. 1 Gulanê piÅŸtî sala 1992an-jî li gelek navendan, li meydanan hat pîroz kirin. Tevgera karker û kedkaran ku pêş diket, di 1 Gulana 1996an de xwe nîşan da û bi sedan hezar kedkar meydan tijî kirin. Lêbelê di pîrozbahiyên li Kadikoy de, di encama gulebaran polêsan de dîsa 3 kedkar jiyana xwe ji dest dan” (Wikipediya)

Li Tirkîyê û Bakûrê Kurdîstanê gava ku qala 1 Gulanê dibe berî her tiştî qetlâma 1 Gulanê ya sala 1977 an te bîra mirov. Dewleta xwînmij bi hêzên xwe yê tarî û eşkera êrîş bir ser qada Taksîmê û gulebaran kir. Di encama gulebaranê de 37 (îddîayek jê jî 42) kes jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bû. Piştî qetlîamê hêzên demokratîk daxwaza lêpirsîna qetlîamê kirin lê rayedarên dewletê goh neda wan û belge û berpirsîyarên qetlîamê veşart li wan xwedî derket.

Di qetlîama 1 ê Gulanê ya sala 1977 an de, hêzên tarî ji bo bigihîjin armancên xwe pirsgirek û alozîyên di navbera fraksîyonên çepên Tirkan bi kar anîn. Ew kes û hêzên kemalîst dest dewletê xurtir kirin û îro em dibînin di bin ala Ergenekon de bi hevre derketine holê.

Di serê wan provaktor û xêrnewazan de yek jê DoÄŸu Perinçek û rêxistina wî bû. Li hêla din “birako”yê hinek Kurda Yalçin Kuçik bû. Li hêla din jî kesên çek teqandin qada mîtîngê gulebaran kirin ew generalên îro di doza Ergenekon de eÅŸkerabûne û yên hê jî nehatine eÅŸkerakirin. Ev kujer û îşkencekarên doyin îro rabûne xwe weke dostê kedkaran nîşandidin û di bin navê çepitîyê de dixwazin gelê Kurd carek din bi xapînin. Divê êdî em rê li ber sîyaseta xapînok bigirin û bi dirûşmên Kurdîstanî bi qîrin û bêjin: Êdî Bese!

Divê gelê Kurd êdî di van lîstokên pir alî de carek din neyê xapandin. Gelê Kurd weke hemû rojên girîng roja 1 Gulanê jî ji bo azadî û serxwebûna xwe bi kar bîne. Karker û xebatkarên gelê Kurd divê li kolan û qadên pîrozbahîyê bi zimanê xwe, bi ala xwe û bi navê netewa xwe beşdar bibin û dirûşimên xwe biqîrin. Êdî di bin nav û ala sendîkayên Tirk de beşdarbûn ne rast e. Ger gelê Kurd netewek cuda be divê partî, komel,sazî û sendîqayên wî hebin. Mînak sendîqa karkerên Kurd, Sendîqa mamosteyên Kurd, Yekîtîya parêzerên Kurd, Yekîtîya Bijişkên Kurd û hwd. Gava ku em bi nav û rengên xwe yê netewî derkevin holê ez bawerim wê ji bo nêzîkbûna armancên me yên stratejîk jî rolek dîrokî bi cîh bê.

Bi coşî û dilsozîyek germ cejna piştgirî, yekîtî û tekoşînê li hemû gelê Kurdîstanê û bi taybetî jî li hemû kedkar û xebatkaran pîroz dikim. Bi fersenda pîrozbahîya yek gulanê carek din dibêjim: Bijî Yek Gulan Gulan, Yek Gulan Pîroz be.
01:05:2010

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *