Xizmet bi zimanê kurdî şayenê xelatên herî mezin e!

Em bi kêfxweşî agehdar bûn ku yekemîn xelata Cemal Nebez şayenê mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî hatiye dîtin. Ew biryare bêguman hevdeng e di gel nirxên zanistî û hişmendiya neteweyî ku profesor Cemal Nebezê nemir zêdeyî 60 salên jiyana xwe pê re terxan kir. Em destxweşiyê ji lêjneya amadekar ya Dezgeha Cemal Nebez dikin û biryara wan berz dinirxînin.

Mamoste Zara Mihemedî bi salan hewl daye astengên li hember perwerdeya zimanê kurdî ji holê rake. Ew bi xebata xwe ya nebez li hember siyaseta nijadperestane ya rejîma îslamî ya Îranê rawestaye û her di wê rêyê de jî bedeliyên mezin dane. Helwest û xebata wê rewatiya xwe ji mafê çarenivîsa gelê kurd û zagonên cîhanî yên mafê mirovan wergirtiye, lê di salên bihûrî rejîma Îranê bi behaneya têkdana asayişa giştî rê ji xebata wê girtiye, ew azar dane û heta xistine zîndanê. Ji ber berxwedana berdewam mamosteya kurd di nav gel de bi navê Zaray nîştiman hatiye naskirin. Êdî ew bûye Zaraya hemû Kurdistanê.

Em bi pêwîst dizanin li wir silavên xwe bo mamosteyên zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê û diyaspora jî bişînin. Mixabin gelek ji wan berdewam rûbirûyî zext û pirsgirêkan ji aliyê dewletên dagîrker dibin. Wek mînak her îsal du mamosteyên zimanê kurdî bi navên Idrîs Minberî û Sirwe Pûrmohemmedî ji aliyê rejîma Îranê bo 10 sal zîndanê hatin mehkûm kirin. Her wiha mamosteyekî perwerdeya kurdî li bakûrê Kurdistanê bi navê Mizgîn Yalçin ji ber bikaranîna navên kurdî bo bajarên Kurdistanê di torên civakî û medyayên tirkî de kete ber êrişên narewa yên faşîstan.

Di wê derfetê de em pîrozbayiyekî Kurdistanî pêşkêşî xwediyê xelatê, mamosteya hêja Zara Mihemedî dikin. Em bi hêvî ne ku mamoste Zara li ser wê xebata rewa her berdewam be û bi alîkariya rêhevalên xwe di Encumena Nûjîn û rêkxistinên din yên civakî de rêyê bo sedan mamosteyên din vekin da ku perwerdeya zimanê kurdî li hemû gund û bajarên rojhilatê Kurdistanê belaw bibe.

Li wir cihê amajê ye ku me kongreya damezrandina Diakurdê di 2yê rêbendana 2022 li bajarê Stockholmê bi şanazî we bi navê Kongreya Zaray Nîştiman çêkir.

Berz û berdewam be xebata pîroz bo parastina ziman, kultûr û nasnameya me ya neteweyî!

Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

02/12/2023 Berlîn, Almanya

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *