XENÇERA KURD Û KURDİSTANÊ Dİ HİN CİYAN DE Dİ DEST NEYARAN DE HAR E Dİ PİŞTA KURDAN DE DİSA XWAR E!..

Dîrokê Kurd û Kurdistanê de “Xençera Kurd” hem di aliyê xirabiyê de, hem jialiyê mêrxasî û cameriyê de roleka mezin dileyhîze! Di dîroka Kurdan ya kevnar da mînakên mêrxasiyê û nemêrdiyê gelek in! ez dixwazim çendmînakan ji sedsalên dawî de derbaz bûyîn, pêşwazî xwendeyan bikim!

Dema Împaratoriya Osmaniyan di şerê cihanê yekamîn de dixilê, têkdiçe û liciyê pir dewletên ava dibin! Kurddixwazin li ser erda bav û kalen xwedewleta xwe ava bikin. demek wûsa de pir Kurd hebûn ku li aliyê neyarênKurdan de ciyê xwe digirtin! Ji wan re Kurdên welatparêz digotin:XençerênXayîn!” yên li gel neyaran!.. Xençera Kurd ya xayîn wek bi navê navnetewîCembiya zanîn di ew salên borî de û yên em de dijîn, wekcerdewanênli gel neyarên Kurdan kar dikin re ew xençera xayîn ye bi navkirin!.. “Xençera Kurd Ya Xayînbi sedan sale ku di çanda Kurdî de têye bi nav kirin!.. Ew xençer an Şûr bi gelemperî di şerên nêzîk de bi karanîna xwe ne nasîn!.. Ji ber ew werekiyê û cesarete temsil dikin!..

Li cîhanê du welat hene ku bi xençerên xwe têne nasîn. Ji wana ya yekem Kurdistan e! Welatê duwem Yemen e! Di sedsala dawî de du Kurdên werek û lêheng hene ku ewna bi xençerên xwe têne nasîn. yekem Qiralê KurdistanŞêx Mehmud Berzencî û kesê duwem lêhengê nemir ku ew Şahê CiyayênKurdistanê ! Li cîhanê bi navê General Mela Mustafa Barzanî dihat nasîn! Her mêrxwas û lehengên Kurd di jiyana xwe de bi xençerên xwe ve, tevjiyane!..

Serokê Neteweya Kurdistan Nemir Barzanî, di hemu jiyana xwe de xençeraxwe li gel xwe parastiye!.. Heya li gel nivîna balgiyê xwe de , wî xençera xwedi bin balîfê de li gel xwe dihîştiye!..

Ya herî neyaran dide tirsandin:”Neyarên Kurdan, Kurdan wek xençerek di sîngaxwe de dibinin!” e. hin Kurdên nemerd pir caran li gel neyaran, li diji gele xwe di nav karen qirêj de ciyê xwe diririn û dibin sîxurê (casus) neyaran! Xençerên Kurdan wûsa qirêj û bi jengarî (bi pas) di dema me de neyar wana lidijî Kurdan wek mînakên qirêj bi kar tînin!..

Ji ber ye ku min bi navêXençera Kurd” ya jengarî girtî ku neyar wana lidijî Kurdan, di pişta Kurdan de dixwaze bi kar bîne û ya bi kar tîne, di ew salênderbaz bûyî de (Tebax/1998) wek rojên îro dubare dibin, min ew li jêr bi navêXençera Kurd nivisiye û aniye ziman!..

  Avrîl, 2026

Abuzer Bali Han

XENÇERA KURD

Gelî dinya-alêm

Hêdî me bibîzin!..

Bibîzin hewara me,

Hewara me Kurdan!

Ji her çar aliyan,

Ji her çar aliyan

Dora me girtin

Hemî neyaran!

Kemend lêxistin zendan,

Hîştin di nav qedera zelûl,

Û xiyeneta kemînên qehpe,

Di nav hev du de mil bi mil

Ji neyaran re bûye lihîstin

Xençera Kurd ya xayîn

Har e,

Bi zindî, zindî di singê de

Xar e!..

Hey xençera Kurd,

Xençera Kurd!

Ya tu bi xwe dike,

Ji bêtarê bêtartir e!..

Kula te ya bi nêm

Ya gemar bi xwîn

Hêdî derman nagire!

Ew qet tucar îfla nabe!

Ew derdekî wek bar e,

Hem bi şan û şeref e,

Belam:

Di pişta xwe de

Ew hatiye xar e!..

Bi şerê brakujî,

Bi şerê brakujî

Ew e, ku ji û re bûye hacet,

Ji re bêjim, re pêşanîdim!

Ew derdê te, dîsa derdê min e,

Berjêr tûfkim rîş, berjor simbêl

Ez dibêjim hêdî bes e!

Ya hero ye, an mero!

Ya bi hevra em hene,

An bi hevra tune ne!

Em hebin bi hevra ne.

Em carek mil bidin hev

Tev de hemî çiyan bihêjin!

Em hem netew in, hem gel,

Ji wan hezdikin, perwer in,

Refên xwe de em camêr in!

Ha xîret, ha xîret û bi bawer

Di nav de hawar kir Serwer!

Go: Gelî Kurdên tên çawisandin!

Bibin yek, hemî bi hevra azadbin!

Belam

Xiyanet!

Xiyanet di pêsîrê de maye,

Ew geh li pêş û geh li paş e!..

Hey gelê Kurd,

Hêdî derkev holê,

Ma tu li ku maye?

Yên bran bi baran didin kuştin,

Ewna ji zewqê harin û dipeqin!

Ey welatê ezîz, derdê te bipirsim,

Tu bibe Bîngol, xayîn û Şîn

Qeder nîn e! Kurd, Kurdan bikujin!

Yên xayîn, ew in berdevkê dijmin!

Di nav van mercan de ma mirov dijît?..

Bes tu tenê heye di navbeynê neyînê de,

Ji alikî dîn di navbeynê mirin û jiyînê de,

Tu li ser pişta kêrê, di rewşa zîndî bûnê de

Tu berxwe dide, tu hîn berxwe bide!

Roja ronî nêzîk dibe di berbanga sibê de!

Ez çi bêjim , ji te re ewqas hindik e.

Caşên bêbext û xayîn, ewen xwefiroş!

Li pêş çavên dinê ewna xwe nizm dikin,

Bi wan re çi bêjim, neyarên eslê xwe ne!

Bîhna min teng dibe, hinavên min disotin,

Ey sebra dilan, jiyana giran tere soz didim.

Heke dijmin bimîne, emê tola te bistînin!..

Bi îznê Xwedê hemî rojên teng ortê radibin!..

Belam,

Şerê bran de

Brîn pir kûr e,

Fitîl qet nagire!

Navê ew derdê Kurd,

Derdê giran û çare:

Xençera Kurd, Xençer e!..

Ey xençera Kurd,

Ey xençera Kurd!

Ma tu bi xayîn

Heya kîngê bimîn

Di pişta brayan de!..

Ji xiyanetê re hezar car lanet be,

Bila bindest mayîn li dinê rabe!

Ji mirov re dad û azadbûn hebet,

Rewa ye bindestî heya qiyamet?!.

A. BALÎ

  (Mamoste)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *