Amerîka û Îranê Lihevnekir, Ev Çi Nîşan dide?

Şefîq Ehmed Hezanî

Yên di aqilê dewletê nagehîjin, ne mantiqî ye ku planên demdirêj bibînin û li gorî wê tevdîra xwe bigirin û xwe ji pêşerojê re amade bikin. Yên bêdewletbûna kurdan diparêzin, ne mumkun e ku ji vê zanînê bêpar bin. Zêdebûna kurdên ku bi proje, îdeolojî û paradîgmayên weritandinê naxapin, hewladanên xapandina dewletên kolonyal û îdeologên wan vala derdixin

Zêdetirî mehekê ye, şerê li dijî Îranê û hêzên wekîlên wê berdewam dike. Di vê demajoyê de, li herêmê bi taybet dewletên xwedî armancên emperyal û ajanên propagandaya wan, belkî bi hezaran analîzên xeyalî dikin, hewl didin ku nerînên xwe di serî de bi Kurdan, bi herkesî bawerkirin bidin. Dema ku danûstandinên dîplomatîk dest pê kirin jî, hewl dan ku di çarçoveya ku dewletê ji wan re xwanê kiriye şîrove bikin

Ev şer dê bandorên girîng li ser pêşeroja me bike. Em bixwazin jî nexwazin jî, emê neçarî pêşdexistina siyasetê û ketina çalakiyê bibin. Ji ber vê yekê, divê em fêr bibin ku guh nedin analîz û nirxandinên ajanên dewletên kolonyal.

Faktörün ku dê bandorê li pêşeroja şer bikin cûrbecûr in. Bi raya min, hin ji yên herî girîng ev in:
Gelo Trump Ne zelal e?

Li ciyê ku aqilê dewletê lê heye, bi analîzên kes û serokan, eşkerekirina armancên pêşeroja dewletê û siyaseta wê, ne rêbazek watedar e. Pûç e û bi gelemperî ne xwedîyê bingehek îdeolojîk e.

Dema ku nîqaş tê kirin ka Amerîka dê çi helwestê bigire, pir caran bi perspektîfa nezelaliya Trump analîz têne kirin. Ev ne rêbazek durist ya gehîştina rastîyê ye. Divê em ji bîr nekin ku Trump ji alî xwe karsazekî serketî ye û vêrbûyê xebata hevpar e. Di seranserê jiyana xwe de herdem xizmetên şêwirmendiyê wergirtiye. Di temamê xebatên xwe de, bi serê xwe biryar negirtiye û her biryara ku girtibe jî muhaqaq wek biryara hevbeş ya ekîbekî pêkhatiye.

Amerîka dewletek ji saziyên pirr bi hêz pêktê. Tu sazî bi hêsanî nakeve nav desthilat û berpirsiyariya saziyek din an jî hewl nade ku destwerdanê li sazyek din bike. Ya vê rewşê garantî dike, kevneşopî û binesaziyek qanûnî ye. Şêwazê ku Trump û ekîba wî polîtîkayên xwe bi awayên cûda diyari dikin, nayê wateya ku li gorî aqilê dewletê tevnagerin. Ji ber vê yekê, di derbarê Îranê de, bêguman siyasetek dewletê ya demdirêj a baş hatiye hizirandin heye û ewê heta dawiyê herin. Bi serdikevin an nakevin mijarek din e.

Siyaseta Îranê û biryara ketina şer, herî kêm encamê plansaziya du salan e û serketin an biketina wê, di demek ewqas kin de xwanê nabe. Divê Kurd fêr bibin ku di bin bandora propaganda weritandina dewletên serdestê xwe de nemînin.

Gelo Rojava dê devji Rojhilata Navîn berde?

Ji bo welatên pêşketî, Rojhilata nêz û ya Naverast ji ber çavkaniyên enerjiyê û rola wê di veguhastinê de wekî pêdiviyek bazirganiyê, di navbera Rojhilat û Rojava de pir girîng e. jibo parastina Nîzama Cîhana Nu ya ku dixwazin sazbikin, Rojhilata naverast aram bibe jî welatên xwedî aborîya pêşketî, terkkirina vir naynin hişê xwe jî. Yên hêvîyek wanî dikin, xeyalperestên destvala ku ne xwedîyê dahatuyekê ne.

Leza Rojava nin e. Her çend şerê bi Îranê re demkî raweste jî, bê guman ewê berdewam bike. Ewê an vê projeyê biqedînin an jî devji pergala nû ya ku dixwazin ava bikin berdin. Ev devjêberdan dê piştî yek an du têkçûnan çênebe. Dibe ku demek dirêj bigire, lê ewê bê guman rejîma li Îranê biguherînin. Di demek nêzîk de, dewletên rojava yên ku piştgirîya Amerîka û Îsraîlê nakin, tevlî Çînê jî dê piştgirîyê bidin. Dibe ku Çîn devji Îranê berde, lê şansê wê tune ku para xwe ya bazarê li Rojava winda bike. Çavlêkirinek li rêxistiniya civakî û aborî ya Çînê bes e. Bi kêmanî ji %80ê serjimara wê kar dike. Bêkar hîştina wan, dê alozîyek mestir ji wan re derxe.

Peymaneke aştiyê ku daxwazên rejîma niha ya Îranê qebûl bike, dê hêza leşkerî ya Amerîka û ya welatên di warê aborî de pêşketî têxe bin gumanê. Em nikarin texmîn bikin ku yên şer dane destpêkirin vê rewşa li ber çav negirtibin. Em nikarin dema wê zanibin, lê ev şer, di demek nêzîk de bi peymanek aştiyê naqede.
Çima Rojava li hember Îsraîlê hesas e?

Her dewletek berjewendiyên neteweya xwe (welatiyên xwe) li pêş digire. Di çarçoveya berjewendiyên aborî de, xwe ji danîna têkiliyên bi welatên din venagirin. Rêzika li vir derbas dibe, sedem ne hezkirin û ne jî îdeolojî ye.
Îbranî fêrbûne ku hertim wek ekib karbikin. Mercê jiyana wan bi hezar salan, belkî jî wek genetik wan hînî vê hemahengîyê kiriye. Kêm milet hene ku demek dirêj bê dewlet hebûna xwe berdewam kirine. Di serî de Kurd û îbranî tên.

Kurdan her tim ji mayîna li welatê xwe sûd wergirtine. Ji aliyê din ve, Îbranî neçar man ku li seranserê cîhanê belav bibin. Jibo hebûna xwe biparêzin yek şensa wan hebû; ew jî di warê aborî de dewlemendbûn bû. Lewma bûn miletekî jêhatî. Di pêşketinên teknolojîyê û hema hemî pergalên pêşdexistina civakan de xizmet û bandora wan heye.

Bandora wan ya li ser welatên ku di warê aborî de geşbûne, ji texmînan zêdetir e. Xwediyê pêkanîna civandina sermiyan bi giranî Îbranî ne. Welatên xwediyê vî sermiyanî vêya baş zanin ku ev sermiyan biherike dernî din, di ferqa ku wê zerarên mezin li wan bê de ne. Rastiyek din jî misêwa kontrolkirina rejîmên dîktatorîyên heyî yên Rojhilata Navîn in. Di serî de dîktatorîyên welatên Ereb, pêwîstîya Tirkî û Îran hertim bi neyarên xeyalî hene. Vêya li dijî Kurd û Îbrîya dimeşînin. Di eslê xwe de hebûna dewleta Îsraîl jibo wan pêwîstîyek e.
ji bo berdewamiya hebûna Îsraîlê, ma hilweşîna statukoya heyî pêwîst e?

Bi taybetî Şerên Cîhanê I. û II. fêrî Îbriyan kir ku ji bo hebûna xwe bidomînin, ew hewceyê dewletekê ne. Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, %60ê aboriya Almanya di bin kontrola Îbriyan de bû, lê vêya wan ji komkujiyan û veguhestina milkên wan bo kesên din xilas nekir. Wan baş zanîbûn ku heke dewletek wan hebûya evêya nedihat serê wan.

Kontrola wan a niha ya bilind li ser aboriya Amerîkayê an jî pozîsyonên wan ên bi bandor û biryardar di siyasetê de pêşeroja wan garantî nake. Tu garantîya wan tune ye ku tiştê li Almanyayê hat serê wan, li vir jî neqewime. Bi haydarbûna vê yekê, ew navendên şîrketên xwe vediguhêzin Îsraîlê. Ew li gorî qanûnên navneteweyî mal û milkên xwe diparêzin.

Nêzîkî 80 salî derbas bûye ku dewleta xwe ava kirine. Di vê navbênê de, demek wan ya bê şer derbas nebûye. Tu milet naxwaze hertim di nava şer de bijî. Divê em ji bîrnekin ku piştî êrîşên Hamasê, di demek kurt de, gelekan welatê xwe terikandin.

Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk bi Peymana Sykes-Picot bi awayekî sûnî hatine fesilandin. Ev fesal bi xwe çavkaniya sereke ya pirsgirêkan e. Heta ev dirûn venerşe, ne Îraîl tê parastin û ne jî Saziya Cîhana Nu çêdibe. Lewma Îsraîl û dewletên dewlemend, mecbûrê guhertina statukoya heyî ne. Jibo ku em têbihehîjin dê Îsraîl karibe heta ku biçe, hûn karin lênerîna min di nivîsa li têbinîyê de bibînin. Serketin yan serneketin tiştekî din e. Dîtina vêya di nava demê de eşkere dibe.

Dema ku em li faktorên bi bandor binêrin, bi hizra min, derxistina van encaman dê sûdmend be:
– Şer bêdawî berdewam nake; dê carna danûstandin bên kirin, lê heta negihê encamek çareser, dawî li vî şerî nayê.
– Rejîma Îranê bê guman dê biguhere.
– Hemû welatên pêşketî bê guman dê helwestek çalak bigirin û hewl bidin ku di bidawîkirina pevçûnê de xwedî rolek bin.
– Tirkiye dê hewl bide ku ji vê valahiyê sûdê wergire û dê bixwaze di şer de rolekî çalak bilîze. Bi destxistin an wendakirina vê şensê, dê helwesta kurdan xwanê bike.
– Kurdan şaşiyên li Sûriyeyê kirine, dê li Îranê dubare nekin. Ger şaşiyên dîplomatîk yên girîng nekin, piştî şer dê li Rojavayê Kurdistanê jî pêşketinên girîng çêbibin. Ez pêşbînî dikim ku Kek Mesûd Barzanî dê bi awayekî çalak rê bide dîplomasiyê û hêzên Kurd jî lê guhdar bikin û helwestên xwe pêşve bixin.
Welatên pêşketî, Îsraîl û welatên ereb hewcedarê Kurdan û Kurdistanê ne. Rewş guheriye, û divê em xwe li gorî van mercan biguherînin. Ji ber vê yekê, divê Kurd ezmûnên xwe yên berê binîrxînin û şaşîyên xwe yên berê bi rexnegirî analîz bikin ku ji bo pêşerojê asoyên nû veke.ii Ji bo me sûdmend e ku em ji vê yekê haydar bin û li gorî wê tevbigerin…

ŞefÎq Ehmed é Hezanî
Endezyarê Pîşesazî
15/04/2026

Kaynak: ABD İran Anlaşmadı Neyin Habercisi – Şefik Çolak

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *