Xalac-i Mansûr (??! 856 Beyza- ?? 820, 15 Baxda) 

Sidik Bozarslan

Tê gotin ku Xalac-i Mansûr, 1100 sal berê li Baxdayê bi şikenceyê hatîye kuştin. Filozofê Kurd Xalac- î Mansûr, kurdekî Zerdeştî (Mazdekî) bûye û Kitêba Tavaşîn (Ezmanîşîn) bi kurdî nivîsîye. Wek tê zanîn, digel Dînê Zerdeştî, di dînên Mazdekî, Qizilbaşî, Elewîtî, Êzîdîtî, Kakaîtî, Durzîtî, Şebekîtî û Manîtîyê da navê Xwedê yê herî giring û mezin XUDA bûye. Eger em bi awayê îroyîn bifikirin, ev gotin Kurdî ye û maneya XUDAyê, tiştê ku xwe bi xwe dide ye. Piştî gotina XUDAyê gotinên Yezdan, Siltan û Hag (Hak) jî di bawerîya Batinîyê da navên Xwedê ne. Li gora van bawerîyan, Hz. Îbrahîm, Pêxemberê ewil e ku pêvajoya yekxwedayîyê daye despêkirin. Van bawerîyan hemî li Kurdistanê çêbûne û li ser bawerîya Kurdînîyê bi awayên cuda li civata kurdî kirine.

Kurdistan, welatê Batinîyan û kultûra wan e. Kultûra Batinî jî koka kultûra neteweya kurd e. BM di sedsala 7an da Împaratorîya Medan çêbûye ku Med bapîrên kurdan tên hesibandin. Sînorên wan ji Xorasanê û Belhê, heta Sêwasê û Kızılırmakê bûye. Di dema Qralê Medan Vistapa da dînê ewil ku roj muqaddes dîtine û pê bawer kirine ku roj nûra Xuda ye. Kitêba wan jî Zend Avesta (Gathayan) bûye ku di dîrokê da Zerdeştî wek dînê ewil yê dewletê hatîye qebûlkirin.

Li ser navê belavkirina Îslamê, Ereban li Kurdistanê hewildanên talan û wêrankirinê pêkanîne. Dema Ereb li Kurdistanê cîûwar bûne, kurdan ji Xwedê ra Xuda digotin. Lê Ereban gotina Allah li ser xelkê ferz kirine. Kurdên Batinî ku gotina Xuda bikaranîne, Ereban zimanên wan jêkirine. Ev hovîtîya ereban jibo kurdên Batinî, bûye despêka pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoyê da kurdên Batinî, bi hin îşaret û heceyan xwestine di nava xwe da bawerîya xwe ya kevn bidomînin. Loma heceya XUyê bikaranîne. Wek em pê dizanin, XU ji gotina Xuda hatîye ku rastîya wê XU û XUDA ye. Navekî Îbrahîm Pêxember jî XUŞENG (Huşeng) e û heceya wê ya ewil XU ye. Loma dema Batinîyan silavê dane hev, heceya XUyê bikaranîne. Bi vî awayî wan hem navê Xwedê û hem navê Îbrahîm Pêxember bi bîranîne. Yanî xwestine bêjin ku ”Xwedayê me heq e û Pêxemberê me Îbrahîm e!”

Filozofê kurd Xalacî Mansûr, ji ber ku gotibû ”XU” û ”En El Hak”, ew rastê tofana Mehkemeya Şerîetê hatibû ku dadgehkirina wî bûye wek dadgehkirineke sîyasî. Erebên hov, ewil pê şikence dikin, lê dîsa ew XU û ”En El HAK” dibêje. Ew di bawerîya xwe da biryardar e û stûyê xwe li pêşberî dadgeha celadan xwar nake.  Paşê zalimên hov, tek u tek organên laşê wî jêdikin; lê Mansûr, tekrar dike. Îcar wî post dikin, lê Mansûr ji ya xwe nayê xwarê. Herî dawîyî skeleta wî davêjin nava agir û dişewitînin. Lê ew heta nefesa xwe ya dawîyê dibêje XU û ”En El Hak!” û bi serbilindî dikeve nava cangorîyên (şehîdên) Kurdistanê.

Abuqat Medenî Ayhan li ser navê ”Gruba Abuqatên Şoreşger Demokrat”, parastina mamostayê hêja Îsmail Beşikçi li Stanbolê di ”Dadgeha Cezayê Giran ya Selahîyeta Xusûsî ya Beşiktaşê ya 11. an da parêzvanîyeke sîyasî kirine û rûyên dadgehên kolonyalist ên reş û qirêj raxistine pêşberî raya giştîya kurd, tirk û hemî cîhanê. Mala birayê Medenî û hevalên wî ava bin ku parêzvanîyeke weha kirine û ew wek nivîs di çapemenîya kurdan da jî dane weşandin. Ez wan xoşevîstan ji dil pîroz dikim ku wan jibo Beşikçiyê hêja tespîteke baş kirine ku wî şibandine Xalac- î Mansur. Loma wan li ser Xalac- î Mansûr vê nirxandina jorîn kirine ku min bi kurtî tirkîya wê wergerand bo kurmancî.

Lê ez rast hatime ku hin kurd Beşikçi şibandine Galileo. Bi ya min ev tespîteke ne rast e. Ji ber ku Galileo li hemberî biryara Dêra Romayê stûxwarî nîşan daye, yanî teslîm bûye ku ev jibo Beşikçi ne rast e û heqaret e. Ez bawer dikim ku yên jibo Beşikçi wê tespîtê kirine, bi nezanîn ketine nav wê şaşîtîyê. Ji ber ku Galileo li cîhanê navdar e û wek idolekî hatîye naskirin, hin kurdên me jî di wê çarçoveyê da wî dinirxînin. Lê dîrokê qeyd kirîye ku cezayê ku Dêra Romayê daye pê, divê ew ji herêma xwe dûr nekeve ku fikir û kitêba xwe belav neke, berevajê wê ew dê were kuştin; wî jî wê biryarê qebûl kirîye ku di wê biryarê da teslîmbûn heye, stûxwarî heye.

Divê ez li vir bidim xuyakirin ku Ehmedê Xanî jî di Nûbara Biçûkan da behsa qehremanîya Xalac- î Mansur kirîye û wek şîret li zarûkên kurd kirîye ku jibo pêşevatîya civatê X. Mansur wek qehremanek, ango bi tabîra îroyîn wek idolekî nîşan daye. Ji ber ku Xanî yê nemir jibo zarûkan şîret kirîye ku jibo pêşevatîya civatek divê mirov rastîyan bêje, eger di wê rê da were kuştin jî, laşê wî kerî kerî jî bikin/parçe parçe jî bikin, ji rastîyê dûr nekevin û wê biparêzin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *