Ednan Muftî: Hin biryarên Dadgeha Federalî sînorên xwe derbas kirine û siyasî ne

Serokê xula duyem a Parlamentoya Kurdistanê û endamê berê yê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî dibêje: Beşek ji biryarên Dadgeha Federal a Iraqê bi mebesta siyasî ne, hin biryarên din jî erkê parlamentoyê ne, lê dadgehê xwe kiriye xwediyê wan.

Ednan Muftî di hevdîtinekê bi “Dengê Amerîka” re got: “Hinek ji wan biryaran sînorên xwe derbas kirine, ji ber ku beşek ji wan biryaran ji desthilata hikûmeta federal ne û beşeke ji wan jî yên yên parlamentoya Iraqê ne, lê Dadgeha Federalî xwe kiriye xwediyê wan biryaran. Ev yek li dijî destûra Iraqê ye.”

Herwiha got jî: “her çend biryarên Dadgeha Federalî, biryarên dawîn in, lê destûr di ser hemû yasayan re ye, destûr qewareya Herêma Kurdistanê û yasayên wê diparêze.”

Ednan Muftî kursiyên pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de weke mînak aniye û got ku ew bi yasayî hatiye birêkxistin û YNK û PDKê dengên xwe li ser dane, lewra biryara Dadgeha Federal ya nehîştina kursiyên pêkhateyan biryareke siyasî ye û binpêkirina yasaya Herêma Kurdistanê ye.

Herwiha got: “Pirs ev e ku kursiyên kuta yên Parlamentoya Kurdistanê hatin betalkirin, lê çima kursiyên pêkhateyan li Bexda û Mûsilê nehatin betalkirin, ji ber wê em dizanin ku biryarên Dadgeha Federal aliyên wê yên siyasî hene.”

Ednan Muftî yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê li hember Iraq û welatên cîran bi girîng zanîn û got: “Di wan salan de ku me gotara hevbeş hebûye, Herêma Kurdistanê baş hatiye birêvebirin û xelk jî razî bûye, herwiha destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê hatine bidestxistin, berî her tiştî mafên ku di destûra herdemî ya Iraqê de hatine bidestxistin.”

Dadgeha Federalî li roja Çarşemê, 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya YNKyê da, li gorî wê biryarê jî hejmara kursiyên Perlemantoya Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên kutayê red dikin, biryara dadgehê siyasî dinirxînin û tekeziyê li ser vegerandina mafên xwe dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *