Wezareta Petrolê ya Iraqê daxwaz dike bilez hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê bike

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê li gorî rêkeftinê û bi rêya bendera Ceyhanê be. Hinardekirina petrolê jî dê li gorî mîqdarên ku di qanûna bûdceyê de hatiye diyarkirin be.

Wezareta Petrolê ya Iraqê îro 28.05.2024an daxwaz ji Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên ku li Herêmê kar dikin kir ku di zûtirîn dem de li Bexdayê bi wan re bicivin.

Wezaretê da zanîn, armanca civînê gotûbêjkirina dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye. Got jî: hinartina petrolê dê li gor rêkeftinê û bi rêya bendera Ceyhanê be.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hinardekirina petrolê jî dê li gorî mîqdarên ku di qanûna bûdceyê de hatiye diyarkirin be.

Hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Cîhanî ya Tirkiyeyê ji 25ê Adara 2023an ve hatiye rawestandin. Bexda, Hewlêr û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê di nava gotûbêjan de ne.

Rawestandina hinardekirina petrolê ne tenê zirar gihandiye bûdce û jêrxana Iraq û Herêma Kurdistanê, belkî bûye sedema kêmbûna nêzîkî nîv milyon bermîlên petrolê li bazara cîhanî ya enerjiyê.

Kompanyayên navneteweyî yên petrolê yên Herêma Kurdistanê kar dikin, hikûmeta Iraqê tawanbar kirin ku tevî boriya petrolê amade ye, lê ew naxwaze hinardekirina petrola Kurdistana dest pê bike.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *