WELATPPARÊZÊ HÊJA QADÊ MILHIM KOÇA DAWÎ KIR!

 

Ez bi koça dawî ya welatparêzê hêja Qadê Milhim gelekî xemgîn bûm.

Qadê Milhim (Abdulqadir Çakar) yek ji wan walataparêzên hêja, fedekar û dilsozê Kurdistanê yê cîlê xwe bû. Yek ji wan kesên pêşî bû ku di nav rêfê Partiya Demokrat ya Kurdistana Turkîyeyê (KDPT) de cih girtibû. Zarokên xwe jî di vê xeta neteweyî ya bi rûmet de amade kir û çi bigre hemû endmanên malbata wî endamên Partîyê bûn.

Hem mala apê Qadê Milhim ya gundê wî Sîçana û hem jî mala wî ya Qoserê weke meqer û bingehekî Partîyê bû. Derîyê mala wî ji hemû welatparêz û derdora Partîyê re vekirî bû.

Di salên 70yî de gava em weke xortên Partîyê beşdarî nav xebata siyasî û rêxistinî bûn, ew jî weke xortekî ji tu xebat û fedekarîyê paş de nedima.

Ez gelekî pê kêfxweş û serbilind im ku min mirovekî weha hêja û dilsozê doza Kurdistanê nas kir û di xebat û têkoşîna siyasî û rêxistinî de di nav eynê refî de cih girt.

Em bi koça dawî ya apê Qadê Milhim gelekî xemgîn in, lê bi camêrî, welatparêzî û dilavanîya wî jî serbilind in.

Bila serê malbatê, meriv, heval û hogirên wî sax be!

Bila serê miletê Kurd û hevalên wî yên Partiyê sax be!

Bila cihê wî cinet û mekanê wî rohnî be!

Oxur be heval û abê hêja, em ê xebat, têkoşîn, camêrî û fedekarîya te ji bîr nekin!

Em weke malbat jî xem û êşa malbata Xwedêjêrazî û gorbihuşt par ve dikin!

Zinar Soran

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *