Li Amedê di derbarê seredana heyeta PWKyê ya Başûrê Kurdistanê de civîna agahdarîyê

Îro(03.12.2023) li Teşkîlata Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di derbarê seredana heyeta PWKyê ya Başûrê Kurdistanê de civîna agahdarîyê hate li dar xistin.
Li gel endam û rêvebirên PWKyê, gelek sîyasetmedarên Kurd jîbeşdarî civînê bûn.
Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.
Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay(Cano Amedî) û endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Baran Boskan li ser seredana heyeta PWKyê agahdarî dan.
Cano Amedî di axaftina xwe de got ‘’Me li Başûrê Kurdistanê hevdîtin li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û gelek partîyên Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê pêk anîn. Me behsa kongreya ya PWKyê ya damezrndinê û behsa bîr û bawerî û xebatên partîya xwe kirirn. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û partîyên hersê perçeyên Kurdistanê jî pîrozbahî li damezrandina partîya me kirin, bi dilxweşî pêşewazîya me kirin. Me seredana mezerê nemir Mele Mustafa Barzanîyê nemir û îdrîs barzanîyê ciwanmêr jî kir. Me peywendîyên partîya xwe bi partîyên her sê perçeyên Kurdistanê bi awayekî fermî danîn. Seredan û hevdîtinên me berhemdar û hêvîdar bûn’’.
Baran Boskan bi giştî behsa seredana PWKyê ya Başûrê Kurdistanê kir û di berdewamiya axaftinên xwe de di derbarê Arşîva Kurdî û rewşa PWKê ya Ewropayê û li ser rewşa diyasporaya Kurd ya li Ewrûpayê jî gelek agahdarî da. Baran Boskan di axaftina xwe de daxwaza PWKyê ya ji bo yekkirina rêxistinên diyasporayê ya Ewropayê anî zimên û got ‘’Me vê daxwazê gihand rayedarên Başûrê Kurdîstanê jî’’.
Piştî agahdarîyên ku hatin pêşkêşkirin, pirsên beşdaran hatin bersîvandin.
Dîyar bû ku seredana heyeta PWKyê ya li Başûrê Kurdistanê tesîreke gelek baş û erênî li ser beşdarên civînê kirîye.
Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.
03.12.2023
Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *