Wateya Çûna Pêşmerge ji bo Kobanî!

Heger îro Dewletek Kurd ya Federal, Serok, Meclîs û Artêşa wê ya Pêşmerge tuneba, wê kî bi gazîya şervan û gelê Kobanî ve biçûya û gelo wê çi bihata serê wan gerîlayên Kurd yên mêr û jin!?

Ji bo ku PYD, pêwendîyên xwe ji dewleta Sûrî û hevalbendên wê nebirrî û dijîtîya hemû muxalefeta rejîma Sûrî ya Kurd û Ereb kir, xwe qels kir û bi tenê hîşt! Loma ji bo DÎIŞê jî mîna parîyekî ku bi hêsanî daqurtîne hat dîtîn û bû nîşana êrîşa vê rêxistina terorîst.

Êrîşên DÎIŞê li hember Şingal û Kobanî, bi hevkarîya hemû dewlet û hêzên herêmê yên neyarên gelê Kurd bû ku Dewleta Federal ya Kurdistan û hêzên PYD/YPG yên Kurd û otorîta wan ji holê rake û wan tune bike.

Lê faktora helwesta Serokê netewa Kurd Kek Mesûd Barzanî û destdirêjkirina hevkarîya Amerîka û Hêzên  Hevpeyman di hesabê neyarên gelê Kurd de tune bû. Wer xwanêbû ku PKK/PYD jî vê yeka hêvî nedikir!

Kek Mesûd, ji alîkî ve bi rayedarên Amerîka re ket pêwendîyê ji bo ku çawa karin alîkarîya gerîlayên YPG bikin û Kobanî ji destê terorîstan rizgar bikin; ji alî din ve berpirsên Encûmena Nîştîmanîya Kurd li Sûrî û PYD li Dihokê li hev civandin, da ku yekîtî û yekrêzîya xwe saz bikin.

Di vê nabênê de Amerîka razî bû ku çek û dermanên ku Hukumeta Herêma Kurdistan amade kiribûn bi firokan bigehînin hêza YPG ku li Kobanî li hember terorîstên Îslamî berxwedanek dijwar bi qahremanî didan. Lê ev alîkarî tenê karibû ew hinekî din berxwe bidin. Li hember hêza terorîst ku çekên giran yê dewleta Sûrî û ya Iraq bi dest xistibû ev alîkarî têrî berxwedana hêza gerîlayên YPG nedikir. Loma PYD ji herêma Kurdistan û hêza hevpeyman doza alîkarîya çekên giran dikir.

Kek Mesûd, wek serokê Komara Kurdistan ya Federal, ji bo çawanîya alîkarîya hêzên bejayî û çekên giran, ji alîyekî bi rêvebirên Amerîka û Hêzên Hevpeyman re ket pêwendîyê, ji alî din ve ji bo biryar bigirin da ku Hêza Pêşmerge karibe biçe alîkarîya birayên xwe yên Kurd li BaşûrêRojavayê Kurdistan Kobanî, daxwaza biryargirtinê li Hukumet û endamê Meclisa Kurdistan kir.

Endamên Meclisa Kurdistan bi yek dengî biryara şandina Pêşmerge ji bo alîkarîya berxwedana Kobanî pesend kir û li ser linga bi çepik û sirûda “Ey Reqîp” biryara xwe pîroz kirin!

Ji bo ku di stratejîya Serokê Amerîka B. Obama de şandina leşkerê Amerîka ji bo dervî welat tune bû, pêşnîyara Serokê Kurdistan pê cazîb hat û Hukumeta Turkîye ji bo derbasbûna Pêşmerge razî kir.

Derbasbûna Pêşmerge, di Bakurê Kurdistan re ku hîna di bin desthilata dewleta Tirk de ye, ji alî raya giştî ya cîhanê û bi taybetî ya Kurd, fîîlen sînorên sûnî û statukoya ku Kurdistan û gelê Kurd bi çar beşan parçe kirîye vala derxist!

Derbasbûna Pêşmerge, neheqîya perçebûna Kurdistan û bêparmayina gelê Kurd ji azadî û serxwebûnê, carek din bi hemû dunyayê da hisandin!

Derbasbûna Pêşmerge, gelê Kurd ku mîna dêwekî bêhêvî, di bin qirkirin, zordarî û êrîşên mêtinkaran yên ev sed sal in ku naçarî hustuxwarîyê kirîye, hilpekand, hestê wî yê netewî fûrand û ew rakir ser pêyan!

Gelê Kurd, bi taybetî yê Bakurê Kurdistan, navçeyên ku li ser rêyên bergîya ku erebeyên Pêşmergeyan tê re derbas dibûn, hemûyan devji mal, dikan û kargehên xwe berdan, mîna lehîyê bi deh hezaran, bi alayên rengîn, bi sirûd û diruşmên netewî pêşmergeyên Kurdistan pêşwazî  û ber be oxir kirin!

Vê helwesta gel, xofek mezin xist dilê mêtinaran ku bi taybetî yên wek taktîkek awiqandinê li “pêvajoya çareserîyê” dinerin ku naxwazin tu mafê netewî ji gelê Kurd re nas bikin. Loma vê nerazîbûna xwe di civîna “Desteya Ewlekarîyê” de ji hev re bi lêv kirine û bi setan munaqeşe kirine.

Vê rewşa şanî me dide ku hemû gel û dewletên cîhanê di ferqa rewşa gelê Kurd de ye û ji bo rizgarîyê amade ye alîkarîyê bikin.

Tişta ku li hemû rêxistin, partî û hêzên Kurd yên li her çar perçeyan dikeve, li ser asasê dewletbûna Kurd û yekîtîya Kurdistan, yekîtîya neteweyî saz bikin. 31-10-14Pesmerge-Qosar

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *