Hevdem li gel cîbicîkirina peymana agirbestê ya li Xezeyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Îsraîlê kir û di gotareke xwe de li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ragihand, “Ev destpêka dîrokî ya Rojhilata Navîn a nû ye.”
Trump di axaftina xwe ya li Knessetê de, ku bi çepikên Serokwezîr Benjamîn Netanyahû hat pêşwazîkirin, bi israr peyama xwe dubare kir ku “şerê li Xezeyê bi dawî bûye.” Wî bang li xelkê Xezeyê kir ku bala xwe bidin ser “avakirin û pêşketina aborî.”
Trump weha axivî:
“Îsraîlê her tiştê ku bi hêza leşkerî dikare were bidestxistin, bi dest xistiye. Amerîka her dem li kêleka we ye.”
Xala herî balkêş a serdanê ew bû ku Trump daxuyaniya xwe ya “şer bi dawî bû” di demekê de da ku Netanyahû li kêleka wî sekinîbû. Ev yek di demekê de bû ku Netanyahu tenê rojek berê ragihandibû ku “êrîşên li ser Xezeyê hîn bi dawî nebûne,” ku ev yek nakokiyek eşkere di navbera her du hevalbendan de nîşan dide.


