Rojnameya El-Madî ya Iraqê nûçeyek belav kir ku tê de dibêje, wê leşkerên Amerîkî heta dawiya Îlonê ji navçeyên navend û rojavayê Iraqê vekişin û ew jî îhtîmala şerekî nû li herêmê derdixe pêş.
Alûsî daye xuyakirin: “Ji bo her kesê ku li Iraqê desthilatdar e, xeyal bike ku Dewletên Yekbûyî dê vekişe, bêaqil û gêj e. Iraq ji bo Washington welatekî stratejîk e, li benda hevkêşeyek siyasî ya nû ye ku berjewendiyên Iraqê temsîl dike, ne berjewendiyên welatên din”.
Hêjayî gotinê ye, destpêka Îlonê Washingtonê dest bi lezandina vekişîna xwe ji bareghên Eyn El-Esed li rojavayê Enbarê û ji Victoria li Bexdayê ber bi kampên li Hewlêrê ve kir.
Di heman çarçoveyê de, Cîgirê Serokwezîrê berê yê Iraqê Baha el-Erecî, ku niha nêzîkî Mihemed Şîya Sûdanî ye, balê dikişîne ser hevkêşeyeke cûda û balkêş a bi “tirsa Şîeyan” ve girêdayî ku bi destpêka rastîn a vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji deverên Iraqê re hevdem e.
Îlona 2024an Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebbasi peymanek eşkere kir ku tê dê bidawîbûna mîsyona koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê cî digre û du qonaxan jê re hatibûn diyar kirin. Yekem, ji sala 2024 heta 2025 û ya duyem jî, ji sala 2026ê misyona hevpeymaniyê bi dawî dibe.
Pispor dibêjin, biryara vekişîna leşkerên Amerîkî bi qonaxeke berê ve girêdayî ye û divê ji nû ve were nirxandin û diyar dikin, “Bexda berî bûyerên 7ê Cotmehê li ser vekişînê danûstandin kir, lê îro rewş guheriye û ev biryar dibe ku ji bo pergala siyasî ya Iraqê metirsiyê çêbike.” (PK)


