Tirkiyeyê qedexeya li ser çûn û hatina Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

Tirkiyeyê qedexeya geştên esmanî yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê 6 mehên din jî dirêj kir.

Rêveberê Giştî yê Balafirgeha Navneteweyî ya Silamaniyê Hindirên Hîwa Muftî ji Rûdawê re eşkere kir ku Tirkiyeyê qedexeya geştên esmanî yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê 6 mehên din dirêj kir.

Hindirên Hîwa Muftî da zanîn ku qedexeya geştên asmanî heta 7ê Kanûna Pêşîna 2024an hatiye dirêjkirin.

Tirkiyeyê herî dawî ji 12ê Kanûna Pêşîna 2023yan heta 22yê Hezîrana 2024an qedexeya asmanî ji bo Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kiribû.

Kompanyaya Turkish Airlinesê ya Tirkiyeyê geştên xwe yên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê ragirtibû.

Tirkiye destûrê nade wan balafirên ku diçine Silêmaniyê û ji Silêmaniyê radibin di ser asmanê wê re bifirin.

Berpirsên Tirkiyeyê amaje bi wê yekê dikin ku PKK li Silêmaniyê bihêz bûye û hêza wê gihiştiye heta nava Balafirgeha Silêmaniyê û ev jî ji bo ewlehiya geştên asmanî metirsî ye.

Berpirsên Yekîtiya Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî çend caran ji bo rakirina qedexeyên li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi berpirsên Tirkiyeyê re civiya.

Heta niha berpirsên Silêmaniyê û Tirkiyeyê ji bo rakirina qedexexeya geştên asmanî negihiştine peymanekê.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *