Dîktatorîya Îran, li Hollenda hat lanetkirin!

Îro li Hollanda, him ji bo piştgirîya serhildan û berxwedana Rojhilatê Kurdistan û gelên Îran, him ji bo êrîşên rejîma Îran li hember gelê Kurd û hemû gelên Îran, kuştina pêşanderên sîvîl yên bê çek, kuştina zarokan, kuştina jinan carek din hat riswakirin û şermezarkirin.

Pêşandan, ji alî çar komeleyên Kurd hat rêxistin:

Komeleya Dostanîya Kurd-Holenda (KNVS)

Navenda Kurdên Dîyaspora li Holenda

Komela Çanda Karkerên Kurdistan (KOÇ-KAK)

Komela Birayetî

Çalakî, deqeyek rêzgirtin ji bo şehêdên doza azadîyê û yên Kurd û Kurdistan, bi sirûda netewî Ey Reqîb dest pêkir.

Li ser navê her çar komeleyên amdekar û rêvebirên çalakîyê, li ser rewşa Îran û ya Kurdistanê, wate û armanca vê çalakîya pêşandanê, bi Kurdî û Holandî axaftin hat pêşkêşkirin.

Ji bo çalakîya pêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, piştgirî hat dîyarkirin, ji dewleta Holanda, Yekîtîya Ewropa û Yekîtîya Neteweyan piştgirî û alîkarîya şoreşa Îranê hat xwestin.

Nûnerê TDK-Tevger, daxuyanîya çalakîya ku 18.10.2022 li Amedê li ser navê 650 rewşenbîr û sîyasetmedarên Bakurê Kurdistanê hatibû pêşkêşkirin, xwend.

Çalakî bi axaftina Nûnerê Partî Demokratî Kurdistan Îran (PDKÎ), bi xwendina helbest û sirûdên netewî bi dawî bû.  

Netewe

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *