3 welatên Ewropayê dê vîzeya Schengenê nedin Tirkiyeyê

Spanya, Îtalya û Almanyayê ji bo welatiyên Tirkiyeyê heta dawiya meha Gulanê dayîna vîzeya Schengenê rawestand.

Nakokiyên siyasî yên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de û di salên dawî de firotina welatîbûna Tirkiyeyê bandor li wergirtina vîzeya Schengenê kir.

Spanya, Îtalya û Almanyayê bi hinceta ku daxwazeke zêde heye ji bo welatiyên Tirkiyeyê heta dawiya meha Gulanê dayîna vîzeya Schengenê rawestand.

Welatiyên Tirkiyeyê yên ku dixwazin biçin Ewropayê serî li vîzeya wan welatan didin.

Welatên li herêma Schengenê bi giştî tenê ji bo 2 mehan vîzeyê didin welatiyên Tirkiyeyê.

Herwiha ji ber daxwaza nûkirina vîzeyê jî serlêdan gelekî zêde bûne û welatên Schengenê ji bo vîzeyê randewûyê nadin welatiyên Tirkiyeyê.

Redkirina vîzeyên welatiyên Tirkiyeyê ji aliyê welatên Schengenê ve bi rêjeya ji sedî 20 gihiştiye asta herî bilind.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *