Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pêşniyara guhertinên di “Qanûna Caesar” de, ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve ji bo rakirina dorpêçan hatibû pêşkêşkirin, bi awayekî fermî red kir. Şamê tekez kir ku divê hemû ceza “bi temamî û bê şert û merc” werin rakirin.
Di nav şertên Amerîkayê de, tevlîbûna Sûriyê di koalîsyona li dijî DAIŞê de û misogerkirina mafên wekhev ji bo kêmneteweyên etnîkî û olî cih digirin.
Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şerayê ku di van demên dawî de hewl dide têkiliyên welatê xwe yên navneteweyî sererast bike, roja Duşemê di gotareke xwe de li New Yorkê gotibû ku “êdî tu hincet ji bo cezayan nemaye.” Li gorî Şera, gelê Sûriyeyê van dorpêçan weke tedbîrên ku rasterast wan hedef digirin û nahêlin aborî û civak bi pêş bikevin, dibîne.
Di heman demê de, hat zanîn ku di hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re, Şera hêviya xwe ji bo “peymaneke ewlehiyê” bi Îsraîlê re anîbû ziman da ku rageşiya li herêmê kêm bibe. Lêbelê, wî îhtîmala normalîzekirina tam a têkiliyan di çarçoveya “Peymanên Birahîm” de red kir û got, “Sûriye baweriya xwe bi Îsraîlê nayne.” (PK)
Pispor diyar dikin ku şertên ku Amerîka datîne, bêtir ji bo xizmetkirina berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li herêmê ne. Redkirina van şertan ji aliyê Sûriyeyê ve nîşan dide ku di navbera her du welatan de ji bo çareserkirina krîzê hîn rêyeke dûr û dirêj heye.


