Li Stenbolê pêngaveke dîrokî: Yekem car polên perwerdehiya Zimanê Kurdî hatin vekirin

Li navçeya Esenyûrta Stenbolê, di warê perwerdehiya zimanê Kurdî de gaveke dîrokî hat avêtin. Piştî hewldanên demdirêj, li Dibistana Navîn a Sultan Alparslan, cara yekem du polên dersa bijarte ya Kurdî bi awayekî fermî hatin vekirin.

Parêzer Suphî Ozgenê ku yek ji pêşengên vê kampanyayê ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku 75 xwendekaran dersa Kurdî (Kurmancî) hilbijartine û li ser vê yekê rêveberiya dibistanê du pol ji bo wan vekirine. Ozgen ev pêngav weke “ÅŸikandina astengiyan” li pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî li metropoleke wekî Stenbolê bi nav kir.

Di daxuyaniya xwe de, parêzer Ozgen spasiya hemû kesan kir ku di vê pêvajoyê de piÅŸtgirî dane wan kir û got, “Bi xêra Xwedê, me bi 75 xwendekar û du polên Kurdî yên li Dibistana Navîn a Sultan Alparslan berhemên keda xwe bi dest xistin.”

Pirsgirêka mamosteyan  berdewam e

Lêbelê, ev serkeftin bi hin kêşeyan re rû bi rû maye. Ozgen diyar kir ku her çend li Dibistana Navîn a Huseyin Çelîk a li heman navçeyê jî hejmareke têr xwendekaran dersa Kurdî hilbijartibe jî ji ber kêmasiya mamosteyan pol nehatine vekirin.

Wî da zanîn ku wan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê serî li Midîriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî dane, lê heta niha tu gav nehatine avêtin. Ozgen heta pêşniyar kiriye ku ew bi xwe dikare bi dilxwazî dersan bide da ku xwendekar ji mafê xwe bêpar nemînin.

Armanc: Belavkirina dersên Kurdî li hemû Stembolê

Suphî Ozgen tekez kir ku her çend ev pêngavek destpêkî be jînarmanca wan a ji bo sala bê ew e ku “zengilên ji bo Kurdî li hemû dibistanên navîn ên Esenyûrta û navçeyên din jî lêxin.” Ev serkeftina li Dibistana Sultan Alparslan weke mînakek teÅŸwîqkar tê dîtin ku dikare rê li ber vekirina polên nû li seranserê Stenbolê veke.

Vekirina van polan di demekê de tê ku daxwazên ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî li Tirkiyeyê zêde dibin. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *