Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr û şanda pê re îro 12ê Tebaxê li Bexdayê, bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî re civiya. Hate ragihandin ku mijara sereke ya civînê, çalakirina xeta petrolê ya stratejîk a di navbera herdu welatan de bû.
Beşîr, tekezî li ser girîngiya jinûve girêdana xetên petrolê yên di navbera Sûriye û Iraqê de kir û got: “Xeta petrolê ya di navbera Kerkûk û bendera Banyasê de gelek kevn bûye û pêwîstiya wê bi nirxandineke teknîkî ya berfireh ji bo nûjenkirinê heye.”
Wezîrê petrolê yê Iraqê jî daxwaza welatê xwe ya ji bo çalakirina xeta Kerkûk-Banyasê anî ziman û pêşniyar kir ku ji bo nirxandina projeyê, şêwir bi saziyeke pispor re bê kirin. Herwiha da zanîn ku dibe xeta kevn were nûjenkirin yan jî xeteke nû were çêkirin.
Alîkarê Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê yê Karûbarên Petrolê Xiyas Diyab, rewÅŸa teknîkî ya xetê bi hûrgilî ÅŸirove kir û got: “Stasyonên pompeyan ên li seranserê xetê hema hema jinav çûne û pêdiviya wan bi nûjenkirineke berfireh heye.
Herwiha di civînê de herdu aliyan li hev kir ku tîmên teknîkî û şêwirmendiyê yên hevbeş ji bo nirxandina rewşa heyî erkdar bikin û komîteyeke sereke ji bo birêvebirina hevrêziya projeyên hevkariyê ava bikin.
Li gorî SANAyê di dawiya civînê de, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariyê di sektora enerjiyê de kirin, ku dê xizmeta berjewendiyên herdu gelan bike û bibe alîkar ji bo aramiya herêmê. (PK)


