SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa Sûriyê de li herêma Tel Maaz a li ser sînorê Helebê şer rû daye û leşkerek Sûriyê hatiye kuştin.

Li gorî ajansê HSD li herêma Tel Maaz derbasî sînorê artêşa Sûriyê bûye û pevçûn dest pê kirine ku leşkerekî Sûriyê di encamê de hatiye kuştin û piştre artêşê hêzên HSD neçar kiriye ku vekişin bo cihên xwe.

HSDê jî ragihad, “Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê agirbestê binpê dikin û heke ew berdewam bikin, em ê bersiv bidin û bang li Åžamê kir, tevgerên ne di cih de yên hêzên xwe kontrol bike.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *