Suleyman Erdem/Siloyê Dirêj ji me xatir xwest!

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER

Sitêrek din ji ezmanê Kurdistanê xuricî!

Îro (17.05.2021) me lehengekî doza neteweya Kurd wenda kir! Bi xatirxwestina hevalê me Silêmanê Dirêj yê hêja û bi rûmet, em gelekî xemgîn bûn!

Em wek hevalên Silêman, sersaxîyê ji gelê Kurd, malbata wî û hemî hezkirên wî re dixwazin, êş û xema wan ji kûrîya dil ve pardikin!

Silêman Erdem (Siloyê Dirêj), wek lehengekî doza Kurdistanê, wê di dilê me de bijî; wê bi tekoşîn, welatperwerî û xebata xwe ya pîroz di armancê me de zindî be!

Heval û hogirê me Sillêmanê Dirêj, di sala 1955an de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî gundê Heramîya ji dayik bû. Di temenê xwe yê biçûk de ket nav refê xebatkarên tekoşîna Kurd û Kurdistanê.

Ew di ciwanîya xwe de bû hezkir, alîgir û endamê Partîya Demokrata Kurdistan-Tirkîyê û wek endamekî RNK/KUK yê suriştî tekoşîna xwe berdewam kir.

Ew herdem tekoşerekî netewî yê bêwestan, çalak û mêîrxas bû. Ew tu demê ji tu xebat û çalakîya partî û rêhevalên xwe bi şûnde nema. Wî bawerîya xwe bi serxwebûn û yekîtîya neteweya Kurd anîbû û ji bo vê armanca xwe ji her fedekarîyê re amade bû. Ew ji bo rizgarîya Kurdistan gelek bi hêvî bû. Daxwaz û xeyala wî ya herî mezin, bi rêxistinîyek xurt bilindkirina tekoşîna rizgarîya Kurdistan û avabûna dewleta Kurdistanê bû.

Piştî derba leşkerî ya 12ê Îlonê 1980yî, ew jî bi hêvîya tekoşîn û serhildanê rahîşt çekê û berê xwe da çiyêyên Kurdistanê. Demekê pêşmergetî kir. Di sala 1983an ji alî hêzên ewlekarîya Tirk hat girtin û pênc sal û nîv di zîndanê dê ma!

Piştî ji zîndanê derket jî tu demê doza Kurdistan û hestên wî yê netewî qels nebû! Pêwendîyên xwe ji dost û hevalên xwe yê doza Kurdistanê nebirî, li ku, bi kê re û çiqas jê bihata, tekoşîna xwe dimeşand. Herî dawî, ji sala 2002an de, wek endamê Partîya Maf û Azadî (HAK-PAR) şaxa Amedê tekoşîna xwe berdewam dikir.

Hevalê mêrxas, şoreşgêrê doza netewî Siloyê Dirêj, tu herdem di dilê me de bijî!

Oxir be mêrxasê gelê xwe oxir be!

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir