Nûnera NY li Iraqê: Hizir nekin otonomiya Kurdistanê dê heta hetayê bimîne

Nûnera Taybet a Sekretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û berpirsa UNAMI, Jeanine Hennis Plasschaert îro li Hewlêrê di konferansa “Yekrêzî û Destûrê” de bang li tevahiya aliyên Kurdistanî kir û ragihand, li hev bikin û yekrêz bin. Plasschaert herweha hişyarî da û got, eger yekrêzî neyê bidest xistin dê metirsî li ser statu û destkeftên Herêma Kurdistanê çêbibin.

Jeanine Hennis Plasschaert behsa giringiya yekrêziya alî û hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê kir û ew yek weke “mifteya li ber destê aliyan bo derbasbûna ji metirsiyan” bi nav kir.

Plasschaert amaje bi pirolî, pirzimanî û cudahiyên li Herêma Kurdistanê kir û ew rewş weke çavkaniya bihêzî û vejîna berçav a Herêma Kurdistanê bi nav kir û got: “Kurdistaneke bihêz wateya vê şiyana wê ye ku bikare bi awayê herî baş berjewendiyên xwe biparêze, berovajî wê, jihevcudabûn dibe sedema lawaziyê.”

Berpirsa UNAMI rexne li dabeşbûna Herêma Kurdistanê bi ser navçeyên cuda de girt û diyar kir, “nabe êdî Herêma Kurdistanê bi ser 2 navçeyên Zer û Kesk yan her rengekî din de dabeş bibe, niha demeke baş e bo aştî û yekgirtinê bi mebesta bidestxistina aramiya siyasî.”

Jeanine Hennis Plasschaert derbarê berdewamî û mana statuya Herêma Kurdistanê de hişyarî da aliyên siyasî yên Kurd û got: “Wisa hizir nekin ku ev otonomî dê heta hetayê bimîne. Her ji ber wê yekê yekrêzî garantiya mana vê statuyê ye.”

Di berdewamiya gotara xwe de, Plasschaert da xuyakirin ku “niha bijardeyek li ber destê Herêma Kurdistanê heye; yekgirtin an şikesta di yekrêziyê de, û bi vê yekê jî tevahiya destkeftan bixe metirsiyê.”

Plasschaert destnîşan kir: “Ez bawerim tevî cudahiyên navxweyî dikare dest bi diyalogê bike û eger di yekxistina nav mala xwe de şikistê bîne dê metirsî li ser tevahiya destkeftên wê çêbe.”

Nûnera Taybet a Sekretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê dikare pêşkeftinên baş di çaksaziya aborî û asayişê de bidest bîne ku demeke xelk li benda wê yekê ne.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/190520217

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *