Sûdanî: Nêçîrvan Barzanî her tim ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ye

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku her Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çaraserkirina gelk pirsên girêdayî rewşa welatiyan a jiyanî, xizmetguzarî û pirsên din de amade ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê li gel Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Piştî civînê Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî ji medyayê re axivîn.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Sûdanî kir û got:

“Spasiya birêz Sûdanî dikik ku hewl dide hemû pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê bêne çareserkirin.

Dema em berê xwe didinê, em dibînin ji dema bûye Serokwezîrê Îraqê ve di her warî de hewl dide xizmetê ji bo hemû Îraqê bike. Çi li Herêma Kurdistanê, çi jî li cihekî din ê Îraqê.

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo bi serketina bernameya hikûmetê nîşan da û got:

“Di civînê de me  tekezî li ser bicihkirina xalên rêkeftina pêkanîna hikûmetê jî kir.

Em kêfxweş in ku li gorî wê rêkeftinê dest bi dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Cenabê Kak Mesrûr û Kak Mihemed Şiya Sûdanî jî li gel rêkeftin in.

Em hevîdar in ev yek berdewam be û îstîqrara dê hebe.”

“Em hêvîdar in di zûtirîn demê de pirgirêka neftê jî were çareserkirin”

Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn ku wan di vê civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê jî kir û wiha domand:

“Em hêvîdar in û wisa bawer dikin li jêr serperiştiya birêz Serokwezîr bigihên pêwendiyên baştir ku sûda wê hem ji Îraq û hem jî ji bo Herêma Kurdistanê hebe.

Wekî birêz serokwezîr jî got me di civînê de behsa petrolê jî kir.

Heta niha hinek pirsgirêk hene û lêbelê hinek rêkeftin jî hatine kirin.

Em hêvîdar in di zûtirîn demê de pirgirêka neftê jî were çareserkirin.

Em hêvî dikin di sefera Amerîkayê de birêz Serokwezîr bi destkeftên baş vegere ku xêra hemû Îraqê tê de hebe.”

“Ev serdan girîng e”

Li aliyê din Miheme Sûdanî jî diyar kir ku ew bi serdana Nêçîrvan Barzanî û şanda bi wî re şanaz in û got:

“Bê guman ev serdan girîng e û di çarçoveya hevahengiya berdewam a di navbera hikûmeta federal û Serokatiya Herêma Kurdistanê de ye.

Her tim birayê delal Serokê Herêma Kurdistanê di çareserkirina gelek pirsên girêdayî rewşa welatiyan a jiyanî, xizmetguzarî û pirsên din de amade ye.

Yan jî pirsgirêkên biçûk ên teknîkî û rêveberî yên ku di navbera Herêma Kurdistanê û dezgeh û wezaretên dewletê de rû didin.”

Pirsa dane mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê

Herwiha Sûdanî da zanîn ku wan behsa mûçeyan kir û got:

“Yek ji mijarên girîng ên ku di civînê de me behsê kir dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Wezareta Darayî ya Îraqê bi hemahengî li gel Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê dest bi temamkirina tedbîrên pêwîst yên bankakirina mûçeyan kiriye.”

 Sûdanî eşkere kir ku mûçeyên meha Sibat Û Adarê bi tevahî hatine dayîn û got:

“Em pabend in ku pereyan bi awayekî ku li dijî biryara Dadgeha Federal nebe belav bikin.”

Sûdanî herwiha da zanîn ku di civîna li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de behsa şandina petrolê û yasaya bûdceya giştî jî hatiye kirin.

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *