Siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya guherandina demografîya Kurdistanê berdewam dike!

Dewleta Tirkîyeyê, li Xelatê bibicîhkirina 218 malbatên tirkên Ahiskayê ve dixwaze çi bike?

Dewleta Tirkîyeyê, 218 malbatên tirkên Ahiskayê ku ji 703 kesan pêk tên, li navçeya Xelatê ya Bajarê Bîtlîs ya Bakurê Kurdistanê bi cîh kir.

Dewleta Tirkîyeyê, ji avakirina Cimhûrîyeta Tirkîyeyê heta îro, ji bo demografîya Kurdistanê biguherîne gelek caran hinek mirovên ji Kafkasyayê, Afganîstanê, Balkanan û ji hinek bajarên herêma Behra Reş ya Tirkîyeyê ne, li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê bi cîh kirîye. Lê Dewleta Tirkîyeyê di vê sîyaseta xwe de zêde bi ser neketîye û nikaribûye bi vê sîyasetê demografîya Bakurê Kurdistanê biguherîne.

Nuha ev gava ku bicîhkirina 218 malbatên tirkên Ahiskayê li navçeya Xelat ya Bajarê Bîtlîsê jî nîşan û berdewamîya  wê hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê ye ku dixwaze demografîya Xelatê, demografîya Bakurê Kurdistanê bigurîne.

Cîhê pirsê ye, ma gelo tu bajarên ku xelkê wê bi tirkî dizanin nema bû ku Dewleta Tirkîyeyê tirkên Ahiskayê li bajarên kurdan bi cîh dike?

Belê, Kurdistan welatê miletê Kurd û  kurdistanîyan e; mafê Dewleta Tirkîyeyê tuneye ku gelên din li Bakurê Kurdistanê bi cîh bike. Dewleta Tirkîyeyê dive dest ji vê sîyaset û kiryarên xwe yên ku dixwaze demografîya Kurdistanê biguherîne berde.

23.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *