Sînorên dagirkerên Kurdistanê hatine mayînkirin!  

Siddik Bozarslan

Bi dehsalan e ku sînorên dagirkerên Kurdistanê li ser navê ”parastina sînoran” bi mayînan hatine dorpêçkirin. Bi taybetî xwendoxên bakurî û başurêrojavayî pê dizanin ku mayînên di navbera ”Binxetê” û ”Serxetê” da bûne encamên gelek kuştî û birîndarên kurdên xizan. Em pê dizanin ku gelek kurdên xizan, jibo ku debara eyalên (malbatên) xwe, di navbera ”Binxetê” û ”Serxetê” da ”qaçaxîya” çay û tutûnê kirine da ku bi çend quruşan zikên zarokên xwe têr bikin. Lê mixabin di wê ”rêya bazirganî”yê da gelek ji wan xizanan di teqandina mayînan da hatine kuştin û birîndarkirin.

Wer bûye ku yên birîndarbûyî heta dawîya emrê xwe seqet jîyane ku hin ji wan bê mil bûne, hin ji wan pê pî jîyane ku mirov nikare di şertên normal da jibo wan bêje jîyan. Lê wek me di qirkirinên Roboskî û Ozalpê da dît, carna jî li ser navê ”parastina sînor”, bi dehan xortên kurd bi gulebaranê ango bi bombeyên firokeyan hatine kuştin û ev trajedî hê jî berdewam e û heta kurd li ser axa xwe nebin xwedîyê dewleta xwe, ev hovîtî dê berdewam bike.

Min di vê nivîsarê da wek têbinîyekê, xwest ku çend rêzan, li ser danîna mayinên li Kurdistanê wek numûne raxînim ber we xwendoxên hêja. Divê em ji bîr nekin ku mijara mayînên li binxetê û serxetê, bi tena serê xwe dikarin bibin babetên gelek çîrok û romanan û ew cîyê lêkolîneke piralî ye û loma ez li ser vê mijarê bi hûrgilî naxwazim rawestim. Lêkolînerên kurd dikarin li ser vê mijarê kolandineke ilmî bikin.

Piştî ku min van çend rêzên jorîn nivîsîbû, di malpera Rûpela Nû da ez rastî nûçeyekê hatim ku jibo min û hemî xwendoxên kurd nûçeyeka rojane (aktuel) ye û ercîyaye ku ev nûçe jibo raya giştî ya evîndarên dayîka niştîman were pêşkêşkirin. Ji ber ku ev mijar, yanî mijara kuştin û birîndarkirina ”kolberên” ji Rojhilatê Kurdistanê, di medya civakî û ekranên TVan da jî em pir rastê wan tên û loma ew, nûçeyeka rojane ye. Wekî dî, wek hûn di nûçeyê da dibînin, mijara mayinan li Rojhelatê Kurdistanê bi awayên reqem hatine pêşkêşkirin û ev jî rengê wê giringtir dike. Vaye nûçe li jêr e:

2, 7 milyon hektar erdê Rojhilatê Kurdistanê hatîye mayînkirin

Li sînorê bajarê Dêhluran ku li ser parêzgeha Îlamê ye, ji ber teqîna mayînekê kesekî jiyana xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.

Rêvebirê beşa lezgîn Dêhluran Mistefa Ebas ji malpera Mîhir ra ragîhandîye:        ‘’Yek ji wan birîndaran rewşa tenduristiya wî baş e, lê yê din herdu lingên wî jêbûne.’’

Îran duyem welat e ku di bin bandora mayînan de ye û bi 16 milyon mayîn ve hatiye dorpêçkirin.

Di 2005an da Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 4ê nîsanê wek ‘’Roja haydarîyên derbarê mayîn û hewldan bo tekoşîna dijî wê’’ da naskirin û yekem car roja 4ê nîsana 2006ê NYê daxwaz ji welatan kir, bi rêya rêxistin û saziyên pêwendîdar bi mayînan ve hewldanên xwe bo tekoşîna li dijî mayîn û teqemenîyan bixin jîyanê.

Li gora kolanên li berdestan, Îran li seranserê cîhanê piştî Misrê duyem welat e ku di bin bandora mayînan da ye û 42 hezar kîlometre çargoşeya axa Îranê ji ber şerê Îran û Iraqê hatiye mayînkirin. Herwaha li wî welatî qurbaniyên mayîn û teqemenîyê gelek zêde ne û li hemî navçeyên sînorî yê Îranê 16 milyon mayîn hatine çandin.

Piranîya mayînên hatine çandin li navçeyên sînorê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gora pisporên mayînên şer li Îranê Bêhnam Sadiqî: tenê li 5 parêzgehên rojavayê Îranê 16 hezar mayînên çandî hene, çar ji wan li Rojhilatê Kurdistanê ne:

Parêzgeha Îlam: 1,7 milyon hêktar erd mayînkirî ye.

Parêzgeha Kirmanşa: 700 hezar hêktar erd mayînkirî ne.

Parêzgeha Sine: 150 hezar hêktar erd mayînkirî ne.

Parêzgeha Urmiyê: 150 hezar hêktar erd mayînkirî ne. ete

Li gora amarên Komeleya Mafê Mirovan a (Hengaw) ji nîsana 2020ê heta nîsana 2021ê herî kêm 38 hevwelatî li sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayîn û teqemeniyên paşmayên şerê 8 salî yê Îran û Iraqê bûne qurbanî.

Li gora heman çavkanîyê, di vê heyamê da 10 hevwelatî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane û 28 hevwelatî jî birîndar bûne. Ev amarane, li gora sala borî bi 11 bûyeran %29 zêde bûne. Sala borî 4 hevwelati jîyana xwe ji dest dabûn û 23 jî birîndar bûbûn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *