Serpêhatî û zargotina wexta Mîrê Êzdîxanê Elî Begê kalikê Tahsîn Beg ji zindana Sêwasê rizgarbuye û hatiye gundê Dawûdiyê

Serpêhatî û zargotina wexta Mîrê Êzdîxanê Elî Begê kalikê Tahsîn Beg ji zindana Sêwasê rizgarbuye û hatiye gundê Dawûdiyê
 
Rêzdar Temirê Xelefê Holo dibêje:
„Gava hukumeta Osmanî Mîrê Êzdîxanê Elî Begê kalikê Tahsîn Beg girtibun anîbûne Sêwasê zandan kiribûn, hingê kalikê min Holo diçe Diyarbekir ê cem Neqîb Begê miletwekiliyê Dewletê bû, Neqîb Beg dibêje kalikê min Holo, te xêr ?
 
Holo dibêje begê min, Mîrê me li Musilê girtine anîne Sêwasê û em ditirsin ku, wê wî bikujin.
Neqîb Beg soz daye kalikê min û gotiyê, Holo netirsin, waliyê Sêwasê zavê min e. Soz didim te , ez ê Mîrê te bînime Dawûdiyê cem te.
 
Niqîb Beg berevaniya Mîr Elî Beg dike, wî ji zindanê derdixîne tîne gundê Dawidiyê teslîmî kalikê min Holo û Êzdiyên deşta Diyarbekir dike. Miletê Êzdî rabûn pêşwaziya Mîrê xwe kirin. Gava Mîr Elî Beg hatiye li Dawudiyê peyabuye, qondere û gorên xwe datîne û dêje Êzdiyan, bihêlin ez pêşîn biçime ber nîşangeha Pîr Dawûd ziyaretîbibim. Piştî ziyaretî dibe , tê li mala kalikê min Holo rûdinê.
 
Neqîb Beg dibêje kalikê min Holo, vaye min Mîrê we anî teslîmî te kir. Tû wekî din çi ji min dixwazî?
 
Gava Mîr Elî Beg vê gotina Neqîb Beg dibihîze. Ew bersivdide û dibêje, Neqîb Beg tû jî dizanî wî neqencê Ferîk Vehbî Paşa Kurd qelandin.
 
Neqîb Beg li ser daxwaza Elî Begê Mîrê Êzdîxanê ,ji artêşa Osmanî ya li Musilê ye daxwazdike ku, ew Omer Vehbî Paşa bigrin bînine Diyarbekirê . Gava Ferîk Vehbî Paşa tînin, wî dibin di derê Mêrdînê de sêdarê de dixeniqînin. „
 
Gelek spas ji bo vê zargotina birêz Temirê Xelefê Holo ji min ra gotî û rahma Xwedê li kalikê wî yê rahmetî Xelefê Holo û Mîrê Êzdîxanê Elî Begê be ! 12.02.2024-K.To.-

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *