Serokwezîrê berê yê Îraqê: Di biserneketina Herêma Kurdistanê de berjewendiyên Îran û Tirkiyeyê hene

Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî diyar kir, ew red nakin ku di bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an de “berjewendiyên aliyên cuda hebûn”.

Ebadî bal kişand ser hebûna Kurdan a li Îran û Tirkiyeyê û anî ziman:

“Bi rastî, tirsa wan a ji avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ji ya Îraqê zêdetir bû û em li Îraqê fêrî jiyana hevbeş bûn. Em ji pêwendiya federalî ya li Îraqê natirsin lê ew dewlet ditirsin û ji ber pêwendiyên xwe yên kûr ên bi herêmê re, ji bo rêgirtina li ber vê yekê gav avêtine.

Ez vê venaşêrim, erê, berjewendiya Îran û Tirkiyeyê heye ku Herêma Kurdistanê negihije tiştê ku dixwaze.”

Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî 17ê Adarê li Bexdayê di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de behsa mijarên wekî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêka budce û mûçeyê, krîza ji ber rawestandina hinartina petrolê, 16ê Çiriya Pêşîna 2017an êrişên artêşa Îraqê û Heşda Şebiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û derxistina hêzên Amerîkayê ji Îraqê kir.

Ebadî destpêkê nêrîn û peyama xwe ya li ser Newrozê anî ziman û diyar kir ku Newroz cejneke bi guherîna xwezayê ve girêdayî ye, sembola hatina biharê ye û piraniya îbadetên Îslamî jî bi bûyerên xwezayî yên wekî tevgera roj û heyvê ve girêdayî ne.

Ebadiyê ku ji Îlona 2014an heta Çiriya Pêşîna 2018an serokwezîr bû, diyar kir ku ew beriya rûxandina rejîma Sedam Husên li Birîtanyayê jiyaye, li wir “diyasporayeke Îraqî” ya mezin heye û pêwendiyên wî yên dostane bi piraniya aliyên siyasî yên Kurdî re hene.

“Piştî hilweşîna Osmanî û Sefewiyan, neteweya Kurd hat paşguhkirin”

Ebadî di bersiva pirsa “Kurd ji bo ku bibin dewlet xwedî hemû şert û mercên pêwîst in lê polîtîkayên herêmî û navneteweyî vê yekê asteng dikin. Li gorî we mafê Kurdan heye ku bibin xwedî dewleteke serbixwe?” got:

“Ji bo vê divê em vegerin ser serdema ku em tê de nebûn: Peymana Sykes-Picot. Divê em vegerin ser serdema ku cîhana Îslamî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem parçe bû. Wek hûn jî dizanin wê demê dewleta Osmanî û dewleta Sefewî hebû.

Du dewletên ku bi navê Îslamê li ser navê Îslamê desthilatdarî kirin û cîhana Îslamî di navbera xwe de parve kirin. Ev her du dewlet hilweşiyan û veguherî tiştekî din. Kolonyalîzm hat herêmê û parçe parçe kir.

Di vê parçebûnê de neteweya Kurd hat paşguhkirin. Her wiha Ereb di bin dewletekê de nebûne yek. Veguherîn gelek dewletan.

Faris bûn xwedî dewlet, Ermenî, Azerî û Tirk jî bûn xwedî dewletê lê Kurd di vê parvekirinê de hatin paşguhkirin. Ev yek di qonaxeke dîrokî de bû cîhanî û bi vî awayî ev dewlet hatin avakirin.

Îro hûn hatine û dixwazin van sînoran rakin. Em li dibistanê fêr bûn ku Sykes-Picot li dijî vê herêmê komployek bû, bi vî awayî ew parçe kir lê îro berjewendiyên gelên di nava van sînoran de hene.

Dema ku hûn sînoran rakin, hûn dê bixwazin dîsa parve bikin. Hûn dê parçeyekî ji cihekî bistînin û li cihekî din zêde bikin lê vê yekê hûn dê ji bo berjewendiya aliyê din bikin.

Veqetandina parçeyekî bi vî rengî tê wê wateyê ku hûn berjewendiyên kesên din dixin metirsiyê. Me dît ku DAIŞ hewl dide van sînoran rake.

DAIŞê dixwest bi rêyên din, bi tundî, sirgunkirin, kuştin û wêrankirinê sînoran ji holê rake û vê jî karesatek çêkir.”

Ebadî anî ziman ku mafê her civakê heye ku çarenûsa xwe diyar bike û got:

“Helbet mafê Kurdan jî heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Dema ku ez serokwezîr bûm min bi zelalî got. Min diyar kir ku ez rêzê li daxwazên welatiyên Kurd ên ku dixwazin bibin xwedî dewleta xwe digirim.

Ev mafekî mirovî ye lê hûn li welatekî ne şirîkên din jî hene. Mafê we heye ku hûn ji nişka ve parçeyekê ji xwe re bigirin?

Hûn li welatekî û di nav sînorên ku bi destûr û rêkeftinan diyarkirî de ne ku hemû Îraqiyan dengê xwe daye. Di destûrê de jî mafê komekê heye ku cuda bibe û biryara xwe bide?”

“Divê welatî berdêla nakokiyên rêveberên siyasî nedin”

Ebadî di bersiva pirseke li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de jî anî ziman:

“Bi baweriya min ti gunehê welatiyan nîne, heger serkirdeyên siyasî ne li ser heman fikrê ne, nabe ku welatî berdêla van nakokiyan bidin.”

Heyder Ebadî diyar kir ku di rewşa heyî de karmendên Herêma Kurdistanê tên cezakirin û got:

“Welatî welatî ye. Em wekî dewleta Îraqê, nabe ku em di nav sînorên Îraqê de cihêkariyê bixin navbera welatiyên xwe yên Kurd, Ereb, netewe, ol û mezhebê wan û her kes bi awayekî wekhev û dadperwer tevbigere.”

Ebadî diyar kir ku di dema serokwezîrtiya wî de jî piştî bûyera 16ê Çiriya Pêşîna 2017an li Kerkûk û herêmên din ên Kurdistanê, wan bi Hewlêrê re pêwendî danî û mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bê şert û merc şandibûn û got, tevî ku wî dizanî di hilbijartinên 2018an de ev rewş dê ji bo wî dezavantaj jî be, berjewendiyên welatiyan li pêş çavan girt û wî ev yek parastiye.

Heyder Ebadî da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê gelek şandeyên Hewlêrê çûne Bexdayê û Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan jî ku yek ji aliyên ku hikûmetê pêk tîne û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan cidî ne.

Ebadî bi bîr xist ku dema li parlamentoyê mijara budceyê hat nîqaşkirin hin xal hatin zêdekirin û hin jî hatin derxistin û da zanîn:

“Budce di heq de hat dayîn. Hikûmet nikare ji ber ku berpirsiyar e nikare paşguh bike. Li ser vê yekê jî rawestandina hinardekirina petrolê piştî biryara dadgeha Parîsê bû ku helbet vê em xistin nav pirsgirêkê.”

Haydar Ebadî destnîşan kir, nabe ku mijara perwerdeyê di nava siyasetê de were bikaranîn û diyar kir, ew wekî neheqiyê dibînin ku mamostayên li dibistanên Kurdî yên li Kerkûkê dixebitin, mûçe wernegirin û mamostayên din wergirin.

“Armanca me ew bû ku em zextê li Tirkiyeyê bikin da ku li hev bikin”

25ê Adara 2023yan piştî giliya Hikûmeta Îraqê, bi biryara Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ve hat rawestandin. Serlêdan dema ku Heyder Ebadî serokwezîr bû hat kirin.

Ebadî li ser pirsa “Armanca vê gilîyê ew bû ku Herêma Kurdistanê bikeve nav pirsgirêka niha ya di hinartina petrolê de?” got:

“Bê guman na. Di rastiyê de armanca me ew bû ku zextê li Tirkan û birayên me yên li Herêma Kurdistanê bikin ku werin lihevkirinekê bikin.”

Ebadî amaje bi wê yekê jî kir ku naveroka rêkeftina Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya li ser hinartina petrolê ku ew wekî “petrola hemû Îraqiyan” bi nav dike, ji bo wan ne zelal e û da zanîn:

“Mafê me ye ku em bizanibin naveroka rêkeftina Tirkiye û Herêma Kurdistanê çi ye. Ez hîn jî di vê yekê de israr dikim. Me hewl da zextê li wan bikin ku ji bo berjewendiyên gelê me lihevkirinekê bikin lê wan guh neda me.

Em neçar man ku bi rêya dadgehê zextê li wan bikin lê bêyî ku li hev bikin bi dawî bû.”

Ebadî da zanîn ku rawestandina hinartina petrolê zererê dide her kesî û got:

“Niha Îraq ji dahata petrola Herêma Kurdistanê bêpar e. Petrola ku Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina xerciyên xwe bi kar dianî hinarde kir û ew pere ji bo pêdiviyên herêmê xerc kir lê ev yek jî rawestiya.

Lewma divê budceya Herêma Kurdistanê ji pişka budceya Îraqê were dayîn. Ji ber vê yekê ev encameke ne baş bû û divê were çareserkirin ku niha bandorê li her kesî dike.”

Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê amaje bi wê yekê kiribû ku li gorî yasayê mafê Herêma Kurdistanê heye ku petrolê derxe, berhem bîne û bişîne derve lê dema barkirina petrolê li benderan divê Kompanyaya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) agahdar be.

“Divê firotina petrolê di bin desthilata hikûmeta federal de be”

Ebadî îdia kir ku hinardekirina petrolê ne di agahiya SOMOyê de ye û got:

“Ti raya wê di pêvajoyê de nebû. Pirsgirêka rastî jî ew bû, ji ber ku hinardekirina petrolê diviyabû ku di bin daraza hikûmeta federal de be. Ez dibêjim pirsgirêk ev bû.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2016an ligel kompanyaya navdar a cîhanî ya şêwirmendiya bac û kargêriyê Deloitte Touche Tohmatsu, rêkeftinek li ser şefafiyeta di warê berhemanîn û dahata petrolê de îmze kir û her meh raporên petrolê yên hinardekirî ji raya giştî re radigihand.

Ebadî tekez kir ku divê ji niha û pê ve hinardekirina petrolê ji aliyê SOMOyê ve were kirin û destnîşan kir ku hejmara li Herêma Kurdistanê ne diyar e.

Ebadî herwiha anî ziman:

“Divê eşkere be ku dahata çavkaniyên Îraqê bi ku ve diçe û ji ku derê tê hinardekirin. Wezareta Petrolê, Wezareta Darayî û Bankaya Navendî her meh raporan belav dikin ku çiqas petrola Îraqê ji benderên başûr hatiye şandin, ji kê re hatiye firotin û bihayê wê çiqas e.

Li herêmê ne wisa bû. Ji bo ku ev pirsgirêk bi tevahî were çareserkirin divê rewş bi vî awayî be. Li Herêma Kurdistanê mafê karmendan heye ku mûçeyên xwe wergirin. Mafê Herêma Kurdistanê jî heye ku karê xwe bi rê ve bibe.

Bi rastî Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî desthilateke berfireh e lê divê firotina petrolê di çarçoveya desthilatên hikûmeta federal de be.”

“Tirsa Îran û Tirkiyeyê ya ji dewleta Kurdî ji ya Îraqê mezintir bû”

Ebadî li ser bûyerên 17ê Çiriya Pêşîna 2017an di berdewama hevpeyvînê de got:

“Ez dikarim bibêjim ku ev biryar bi tevahî biryara Îraqê ye lê ez red nakim ku berjewendiyên dualî hene. Em dizanin ku wê demê rasterast pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îraniyan re hebû. Li Îran û Tirkiyeyê Kurd hene.

Bi rastî, tirsa wan a ji dewleteke serbixwe ya Kurdî ji ya Îraqê zêdetir bû û em fêrî li Îraqê jiyana hevbeş bûn. Li vir Herêma Kurdistanê heye, herêmeke federal û xwedî desthilatên berfireh e û birayên Kurd di salên derbasbûyî de tiştekî rast ji xwe re ava kirin.

Ev tişt ne li Îranê û ne jî li Tirkiyeyê hene. Em ji vê pêwendiya federalî ya li Îraqê natirsin lê ew dewlet ditirsin û ji ber pêwendiyên xwe yên kûr bi herêmê re, ji bo rêgirtina li wê yekê gav avêtin.

Ez vê yekê venaşêrim, erê, berjewendiya Îran û Tirkiyeyê heye ku Herêma Kurdistanê negihije tiştê ku dixwaze lê ev ne li ser me ye. Me operasyonek organîze kir lê ne li dijî Kurdan bû.”

“Madeya 140 li gorî Destûra Bingehîn xwedî statuyekê ye”

Pirsa Kerkûkê naveroka doza Kurdan a li Îraqê ye. Madeya derbarê çarenivîsa navçeyên Kurdistanî di Destûra Îraqê de wekî madeya 140 hatiye binavkirin.

Heyder Ebadî li ser pirsa “Hûn û hemû siyasetmedarên din dibêjin bila destûr were bicihkirin. Ne we û ne jî serokwezîrên berê madeya 140 a Destûra Bingehîn bi cih nekir. We çima pêdiviyên wê madeyê bi cih nekirin? anî ziman:

“Divê ez di vî warî de ji yên beriya xwe cuda bim ji ber ku dema min dest bi kar kir sînorên Îraqê heta Samarayê bûn. Herêmên jorîn ên Îraqê ne di bin kontrola hikûmetê de bûn.

Di dawiya erkê min de me ev herêm hatin rizgarkirin (şerê DAIŞê). Tişta ku di referandumê de (25ê Îlona 2017an Referandûma Serxwebûna Kurdistanê) qewimî, bi rastî jî gelek xemgîn bû, ji ber ku tam di wê demê de qewimî.

Ji ber wê jî ne di destê min de bû ku ez wê madeyê bi cih bînim yan neyînim, ji ber ku piraniya van herêman di destê DAIŞê de bûn.

Ji bo pirsa çima nayê pêkanîn, beşek ji berpirsyariya vê yekê dikeve ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ew li kû bûn? Wan çima xwest rewşeke defakto ferz bikin? Çima bi hev femkirinê nehat kirin?”

Ebadî da zanîn ku “Madeya 140 xwedî statuyeke taybet e” di maddeyê de hevsengiyek heye lê li ser rêbazê lihevkirinek di navbera aliyan de nîne.

Heyder Ebadî wiha berdewam kir:

“Mînak hûn dê li gorî kîjan pîvanan referandûmê bikin? Hûn dixwazin navçe bi navçe, an jî tevahiya parêzgehê bi yekcarî deng bide? Heger tevahiya parêzgehê be, wê demê prensîba piraniyê derdikeve holê.

Di vê rewşê de hûn dê li Mûsil û Kerkûkê jî heman tiştî bikin? Di vê mijarê de lihevkirinek nîne. Tenê raporeke Neteweyên Yekbûyî heye, ew rapor di sala 2009 de pir hevseng bû.

Li Neteweyên Yekbûyî saziyeke serbixwe heye ku li ser mijarê lêkolînan dike û çareseriyan pêşniyar dike lê Herêma Kurdistanê ev yek red kir. Ji ber ku wê jî heman pirsgirêk anî ziman, pirsgirêk ew e ku nêzîkatiyeke adil hebe û li hemû qadên nakok were sepandin.

Bi nêrîna min xwesteka Herêma Kurdistanê nebû ku vê yekê fem bike, dixwest bi serê xwe bike û ev yek bû sedema vê karesatê. Ez bi we re me ku li Bexdayê pirsgirêkên me di warê pêwendiyên neteweyî de hene.

Rejîma Beasê Kurd qetil kirin, sirgûn kirin, xwest tune bike, çekên kîmyewî bi kar anîn û van hemûyan nijadperestiyek derxist holê. Nijadperestî di navbera Kurd û Ereban de çêbû.

Ev rewş di nava Kurdan de bû sedema bertekekê. Erka me ew e ku em vê reaksiyonê sist bikin, em hemû li heman welatî ne.

Wekî ku min got, dibêje, me hûn wekî milet û qebîleyên cuda afirandin, ji bo ku hûn hev nas bikin, ne ku bi hev re şer bikin. Divê kes kesî tune neke, divê em ji vê yekê dûr bisekinin.”

Di Destûra Bingehîn a Îraqê de tê gotin ku li herêmên din mafê “avakirina herêmeke federal” heye. Ebadî amaje bi wê yekê kir ku ev biryar li gorî destûrê hatiye dayîn û ji ber wê jî mafekî destûrî ye û got:

“Herêmên Îraqê dikarin vê biryarê bidin. Mafê hemû herêm û parêzgehan heye ku bi tena serê xwe yan jî bi peymana li gel parêzgeheke din herêmekê ava bikin. Ev mafê wan e lê ev maf dê çawa bê bikaranîn? Ev mijareke din e.

Li gorî min ne rast e ku em niha vê yekê bikin, ev nêrînek e, dibe ku nêrîna we jî hebe lê divê em di vê mijarê de bi diyalog, lihevkirin û mekanîzmayên destûrî bigihin encamekê.”

“Hebûna leşkerî ya Amerîkayê divê li gorî berjewendiyên Îraqê biryar li ser were dayîn”

Heyder Ebadî bal kişande ser wê yekê ku divê li gorî berjewendiyên Îraqê biryarek li ser hebûna leşkerî ya Amerîkayê yê li Îraqê were dayîn û li ser vê mijarê nêrîna xwe wiha anî ziman:

“Wekî hûn jî dizanin, Hevpeymaniya Navdewletî sala 2014an hat dema ku DAIŞê piraniya Îraqê dagir kiribû. DAIŞ Îraq jî di nav de li ser cîhanê metirsiyeke bû. 10 sal derbas bûn û em niha di sala 2024an de ne.

Ne rast e ku bi vî awayî berdewam bike. Rewş guherî û DAIŞ êdî axa Îraqê kontrol nake. Belê, rast e ku teror hîn jî pirsgirêk e lê rewş hatiye guhertin. Divê em mekanîzmayên xwe biguherînin.

Em nikarin bi heman mekanîzmayên berê bidomînin lê nabe ku em ji wan (hevpeymanan) re jî bêjin herin bes e. Ji ber ku wan piştgirî da û li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê hatin. Divê Hikûmeta Îraqê rûne û gotûbêjê bike û biryarê bide ka çi baş e, çend ji van hêzan dê bimînin, çend dê derkevin û têkiliyek çawa bi van hêzan re hebe.

Hewcedariya me bi piştgiriya lojîstîkî, îstixbaratê an perwerdeyê heye? Hikûmeta federal bi xwe gazî wan kir û divê biryarê bide. Divê aliyên li derveyî hikûmeta federal tiştekî li ser kesî ferz nekin.

Ev jî di berjewendiya Îraqê de ye, eger bixwazin vekişin, ti pirsgirêk nînin, eger na, di çarçoveya danûstandinên ligel Hikûmeta Îraqê de mekanîzmayên danûstandina vekişîna wan hene lê eger kesek rêgezên xwe bi darê zorê ferz bike dê bibe lawaziyek ji bo yekrêziya Îraqê û hikûmeta federal.”

Ebadî bal kişand ser wê yekê, ew di wê baweriyê de ye ku pêwîstî bi rêkeftineke nû ya leşkerî ya stratejîk a di navbera Îraq û Amerîkayê de nîne û got:

“Belê, rêkeftineke me ya stratejîk heye ku çarçoveyeke stratejîk di navbera Îraq û Amerîkayê de çêdike. Herwiha dibe ku rêkeftin ligel welatên din ên ku tevlî Hevpeymaniya Navdewletî bûne were kirin.”

Heyder Ebadî bi bîr xist ku 60 welat ku 11 ji wan sereke ne di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hene û got:

“Divê em li gorî berjewendiyên Îraqê biryarê bidin. Belê, divê berjewendiya dewletên din jî di vê yekê de hebe. Ji ber ku welat bêyî berjewendiyên xwe nayên parastina berjewendiyên we.

Divê di navbera me û wan de berjewendiyên hevpar hebin. Ev ne şerm e, rastî ye. Gelek qadên ku em bi welatên din re li ser xalên hevpar dicivin hene.

Divê em li ser çarçoveya berjewendiyên xwe û wan li hev bikin û bi îradeya Îraqê kar bikin ne bi îradeya kesên din.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *