Serokwezîr Mesrûr Barzanî soza xwe bicih anî: “Em dest ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bernadin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîştina bi çareseriyekê ji bo dayîna mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, piştî ku di dema borî de welatî piştrast kirin ku ew ê hemû hewlên xwe ji bo bidestxistina mafên wan ên aborî bide. Herwiha tekez kir jî, ew ti carî dest ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bernadin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Nîsana 2024an ragihand, piştî gelek hewlan Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya tîmên Serokwezîrê Hikûmeta Federal û tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kariye çareseriyekê ji bo dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bibîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya Sûdanî û hemû hêz û aliyên ku bi hev re bûne alîkar bo derbaskirina van astengiyan kir.

Ev di demekê de ye Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 27ê Adarê di kongreyeke rojnamevanî de got: “Ew tişta ku li ser milê me bû, me kir û em hêvîdar in ku ev bibe qonaxeke nû ji bo dabeşkirina mûçeyan di dema xwe de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir: “Em hikûmeta federal li Bexdayê dixin bin berpirsyariyeke destûrî û exlaqî ku soza dabînkirina mûçeyan bi me re dane, cîbicî bike.” Herwiha hêvî xwest ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bigihin encamên baş ji çareserkirina hemû kêşeyên ku di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de mane.

Roja 26ê Adarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarek de careke din ji ber rewşa nehevseng a ji ber neşandina mûçeyan pêk hatiye, spasiya xweragirî û sebirkirina welatiyên Herêma Kurdistanê kir û got: “Ez ji we re dilniya dikim ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan çi ji destê me bê emê bikin û bigihin encamekê ku di dawiyê de di berjewendiya gelê Kurdistanê û tevahiya Iraqê de be, bêyî ku dest ji mafên destûrî yên gelê xwe berdin.”

Piştî hewl û peywendiyên berdewam di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê de, di dawiyê de bi encam bû û Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 3ê Nîsanê di daxuyaniyê de got: “Di van 2 rojan de dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê bi dawî dibe û emê hewl bidin beriya cejnê dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Adarê bikin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *