Medya Civakî û pirsa yekîtîyê

Ev demek e li ser tora medyaya civakî, beşek dost û hevalên ku ez hinekan ji wan nasdikim û hinekan jî nasnakim, derbarê pirsgirekên rojevê de, gilî û gazinên xwe, şîrove û rexneyên xwe di rûpela min de parve dikin. Bi rastî mirov ji wan rexne û şîroveyên bikêr, sûdek baş digire. Lê belê, em dibînin ku hinek kes an derdor hene ku bi berçavkên îdeolojîk û reşkirinê, dixwazin di kûrahîya şêlûyê de xwe bixapînin.

Dost û hogirên hêja, em hemû baş dizanin ku ev êş û azarên hanê ku em bi hev re dijîn, encamên birînek kûr û dûr e. Ev ne pirs û pirsgirêkê îro ne; ev xwedî demdirêjîyek dîrokî ne!

Pirsên ku çima yekîtî, hevkarî û nûjenîyek mayende pêk nayê, pirsên hergav di rojeva tevgera neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd de ye. Bersiva van pirsan jî li gorî helwest û berpirsîyarîya partî, rêxistin û kesayetan tê guhertin. Em pirsgirêk û êşa xwe dizanin lê binavkirin û dermankirina wê êşê karê bijîşkên pispor û dilsoz in. Ew bijîşkên her tim keda xwe didin û bi fedakarî li dû rastîya tedawîkirina nexweşêyan in, dikarin bibin bersîva van eş û pirsgirêkan. Lê mixabin em dibînin ku hinek ji bo berjewendî û ezeztîya xwe ya rojane, li ber derîyan destên xwe datînin ser hevdû û şabaşîyê dikin; ew bêpîvan tevdigerin û hûqûka hevbeş binpê dikin.

Hevalno, alavên vê xwarinê ji ezmên nayê, hebe an tunebe divê em pêdivî û çareserîyê li ser vê erdnegarîyê peyda bikin. Ev malzeme ji ked û fedakarîya dilsozên doza netewî û demokratîk pêk tê. Ew jî em hemû kesên welatparêz û dozdarên doza neteweyî û demokratîk in. Ne derfetên me heye ku em pispor û bijîşkên bijarte ji asîmanan transfer bikin; ne jî di vê rewşê de, em xwedî wan îmkan û dewlemendîyê ne ku rê li ber pêlên xirabîya xêrnexwazan bigirin.

Kêm zêde, em gelek jê nêzîkî 45 sal in ku hevdû nas dikin. Di rojên xweş û nexweş de, em şirîkê derbasbûnekê ne. Hiqûqek me ya hevpar heye. Di destpêka ciwanîyê û şoreşgerîya me de, hinek ji me aliger û dilsoz bûn, hinek jê kadro û berpirsên komîteyên bajaran bûn. Hinek jê serok, sekreter, endamê komîteya navendî û hinek jê jî endamê mekteba siyasî bûn. Her kom û kozik, her partî û rêxistinên kurdistanî xwedî girseyek mezin û desthilatdarên herêman bûn. Em her yek bi wan partî û rêxistinan re peywendîdar bûn an jî mesûl bûn.

Ez zarok bûm, di 18 saliya xwe de hatim girtin. Çi bû, min çi kir, çi dît, çi jîyam ez nabêjim. Bila bersîva wê pirsê cîwanî û navoserîya min be. Lê ji wê pêvajoyê heta niha, li gorî erk û karê xwe, li gorî berpirsîyarîya xwe ez şirîkê xêr û gunehên wê pêvajoyê me. Hêvî dikim ku herkes li gorî berpirsîyarîya xwe tevbigere û barê xwe hilgire.

Di zindanê de jî û piÅŸtî zîndanê jî ji bo yekîtîyek netewî, ji bo bereyeke netewî, ji bo kar û xebatên hevbeÅŸ, ji bo hevkarîyek kurdistanî, min piÅŸtgiriya hemû hewldanên hatine kirin kiriye. Min her tim hêvî kirîye ku ew xebatên hevbeÅŸ bi ser bikevin. Bi kêmanî, ji bo ew xebat û hewldan bigihîje armanc û encamekî rasteqîn, min “dua” kirîye. Ez îro jî li ser wan bîr û baweriyên xwe me. Li ser wê karekter û hêvîyê me.

Çima yekîtî çê nabe? Bi ya min bersiva vê pirsê dîsa li cem me ye. Yên hundurê wê bersivê tije bike dîsa em in. Gelo em amade ne di vî warî de, bersiva xwe zelal bikin. Bê sedemên bêbingeh, gelo em çiqasî amade ne ku destê xwe bikin bin bar û bi berpirsiyarîyek rizgarîxwazîya neteweyî tevbigerin.

Ez li ser navê xwe dibêjim ku ji bo min berjewendiyên netewî beriya her tiştî tê û ez girîngiya vêya, li ser her tiştî digirim. Ez do jî, îro jî û sibê jî piştgir û aligerê bingehek neteweyî û demokratîk im. Bi hişmendîyeke neteweyî, hemû alîyên kurdistanî, rewşenbîr û kesayetîyên siyasî divê ji bo dermankirina birînên xwe tevbigerin. Bi helwest û sekna xwe, bi hêvî û daxwazên xwe divê rolekî çêkir bilîzin û bi berpirsyarî tevbigerin. Kî dikare çi bike divê li gorî wê gavan bavêje. Heta niha bi nivîs û helwestên xwe, min xwestiye keda min di hevîrê yekîtî û hevkarîyên rizgarîxwazîya neteweyî de hebe. Bi ked û xwêdana xwe, bi hêvî û armanca xw, ez her gav xîzmetkarê doza netewî me. Îro jî û sibê jî ez amademe xizmeta gelê xwe bikim.

Hêvî dikim herkes bêyî ku li lê û egeran binêrîn û bê şert û merc li çareserî û dermanê yekîtîyê bigerin û em bi hevdû re rabin ku karibin vê pirsgirêka xwe ya kevnar çareser bikin. Gava ku gotin û kirin ne lihev bibin, peydakirina derman û çareserîyê jî zehmet e.

Medyaya civakî derfetên zêrîn derxistiye holê, lê em hemû baş dizanin ku gelek kes wan derfetan bi şêweyekî xerab bikar tînin. Li gorî bîr û bawerîya min, eger dilsozên doza rizgarîxwazîya neteweyî bi berpirsiyarîyek neteweyî tevbigerin, medyaya civakî û teknolojîya heyî, bi vê armancê bi kar bînin, em dê bikaribin gelek kês û feydê jê bigrin. Zimanekî civakî û çêkir, dikare derîyê serkeftin û hêviyên nû veke. Lê mixabin ew nexweşîyên îdeolojîk û karekter, tîn û tesîra çepitîya tirk malxirabîyek giran li ser me çêkiriye. Heta ku em xwe ji bandora van nexweşîyan rizgar nekin, emê gelek zehmetîyên mezin bibînin, bikişînin û bijîn; em ê her dem hewl bidin ku hevdû di tasek av de bifetisînin. Di demên dawî de tiştê ez dibînim, wêneyên ku derdikevin pêş, mixabin bi vî rengî ne. Ev jî mirovan diêşîne, rê li ber dilsarîyan vedike.

Kurdistanîyên Ezîz û xoşewîst, dem ne dema nîyet xwendin û xwe li ser hevdû ferz kirinê ye. Dem ne dema pêvajoya parastina bi berçavkên îdeolojîk yên ne bi rewşa tevgera rizgarêxwazîya neteweyî guncav, grûpperestî û partîperestîyê ye. Dem ne dema komîsertî, ezezî, binpêkirina cudakarîyê û xwe ferz kirinê ye. Ez naxwazim ji salên 1978 an vir de, rûpelên dîroka derbasbûyî heta niha raxim ber çavan. Pêwîst jî nabînim.

Kî bi kê re hevaltî kir, itifaq kir, kî li gel kê danûstandinên îdeolojîk û rêxistinî kir, kê bi ked û xebatên xwe, bi têkilî û helwesta xwe piştgirîya tevgera PKKê kir ku encamê wê îro li ber çavan e.

Gava ev derfter vebin, divê herkes hesabê xwe baş bike. Ew kesên bi salan av kişandin ser aşê vê tevgerê, niha jî dixwazin eyarê bidin kesên ku heta niha bi awakî berdewamî li ser helwesta xwe mane, ku li ber derîyên desthilatdaran serî netewandine; wan dorpêç bikin û dîl bigirin. Bila kes „serê xwe bi paçan mezin neke, em hevdû ji nêzîk ve nas dikin. Pirêzên me jî sekin û helwestên me jî li ber çavan e.

Ziman û berpirsyarîya kesayetî û aliyên siyasî jî ji hevdû cûda ne. Hiqûq û mesûlîyeta wan ne wek hev in. Hinek kes hene ku bi nexweşîya “xuyakirina li ser medya civakî” dixwazin her tim li ser dîkê bin û bala raya giÅŸtî bikşînin ser xwe. Ev dêrûnîyek ne baÅŸ e û encamên trawmayên têkçûna kesayetîyek bêhêvîtiyê ye! Dermanê vê nexweşîyê hiÅŸmendîyeke netewî ye. Berpirsîyarî û zimanêkî çêkir e. Eger em bawer in ku bi zimanê xirabîyê, bi helwestên têkbirinê emê bi ser bikevin; wê gavê bila herkes bi şûr û mertalan xwe derkevin kolanan! Lê divê em baÅŸ bizanibin ku ew helwest û siyaseta reÅŸkirinê tenê û tenê xizmeta neyarên gelê Kurd dike.

Rexne kirin, rê li ber gengeşî û ramanên nû vekirin erkê medenî bûnê ye. Rexne û pêşniyarên rê li ber guherandin û çareseriyên mayînde vebike, divê tu kes jê dûr nekeve. Pêwîstîya me bi rexneyên berhemdar û çêker, yên rê li ber guherandin û avakirina yekitî, hevkarî û hevrêziyê veke heye. Bi zimanekî tund û tûj em dê nikaribin derîyê dîyalogê di navbena xwe de ava bikin. Em hemû baş dizanin ku rexneyên rê li ber dûrketin û hilweşandinê vedike tu feydeyekê nade tu kesî û tevgera rizgarîxwazîya neteweyî. Di derbarê kêmasî û şaşîyên rojane de divê em hevdû rexne bikin, hevdû serast bikin û rê li ber nexweşiyên demkî bigirin. Bi rexne û rêzgirtina dualî, di warê pîvan û sînorên dostanî û hevaltîyê de divê em bi baldêrî tevbigerin. Em ne xort û ciwanên 20 an 30 salî ne, bi giranî em nifşê salên 1970ya an 1980ya ne. Bi başî û xirabî, bi serkeftin û têkçûyîyên xwe, em têkoşer û şîrîkê rojên derbasbûyî ne. Pirêza 50 salên dawî li holê ye. Di wê şanoyê de kî aktor bû kî lîstîkvan bû dîyar e! Em hemû rûsipî û xwedî nebîyan ne. Em alîgir, dilsoz, endam, kadir û rêvebirên doyin şêwirmend û rûsipîyê îro ne. Divê ziman, helwest û bertekên me li gorî tecrube, zanabûn û kamilbûna me be.

Divê em enerjî û derfetên xwe, li dijî dewletên dagirker û xulamokên wan xerc bikin, ne li dijî hevdu. Pêwîstîya me bi tecrube û zanyarîyên hevûdu hene. Erkê temen û kamilbûna me avakirin û çêkirin e; ne belavkirin û xirabkirin e. Pêwîstîya me, bi çepik û şabaşan tuneye. Pêwîstîya me bi hevûdu, heval û hogirtîya hevdu heye. Divê em baş bizanibin ku bi temenê 70 an 80 salî, em ne amade ne bi dînamîzma têkoşerîya 20 salîyê tevbigerin. Divê em li gorî rastîya xwe tevbigerin, tecrube û zanyarîyên xwe bi nifşê nû re parve bikin.

Bi hevîya welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk û bi rêz û silavên germî şad û bextewar bin. Amed 15.05.2022 Cano Amedî

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *