Serhildana Şêx Seîd

Samî Tan

Di vê gotara xwe de ez dixwazim di ser berhema Amed Tîgrîs û Bakî Kaymak a bi navê “Katibê Şêx Seîd Fehmiyê Bîlal” re çend tîşkên ronahiyê bêxim ser serhildana Şêx Seîdê Kal. Her wekî tê zanîn ev mijar piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navê Şêx Seîd li kolanekê kir û derdorên kemalîst jî bi zimanekî kirêt êrîşî şexsiyeta Şêx Seîd kirin, ji nû ve kete rojevê. Kurdan bêyî cudatiya bîr û baweriya olî û siyasî, bi dengekî berz û bilind piştgiriya xwe ji bo Şêx Seîd û hevalên wî diyar kir.

Mijara armanca serhildanê ji mêj ve bûye warê gelemşe û gotûbêjan. Dema ku mirov bi awayekî di ser re li mijarê dinêre, serhildan wekî serhildaneke olî xuya dike. Kesên ku bi tenê guh bidin belge û propagandayên dewletê wê serhildanê wekî raperîna li dijî rakirina Xilafetê pênase dikin. 

Kurdan gelek caran bi belge û palpişt diyar kiriye ku pêşenga rasteqîn a vê raperînê Rêxistina Azadî ye, piştî ku pêşengên rêxistina Azadî yên mîna Xelid Begê Cibirî, Yûsiv Ziya Beg tên girtin, hêzên dewletê  dikevin pey Şêx Seîd da ku wî jî bigirin, ew jî ji bo ku nekeve destên wan, dest bi geşt û gerekê dike, di encama provakasyona hêzên dewletê de serhildan jixweber bêyî amadehî dest pê dike.

Dema ku mirov berhema navborî dixwîne ev rewş zelaltir dibe. Di vê berhemê de qala jiyana katibê Şêx Seîd, Fehmiyê Bîlal hatiye kirin. Ev xebateke dîroka devkî ye, ji devê kesên ku Fehmiyê Bîlal nas dikin û pê re hevaltî kirine, li serpêhatî û serboriyê wî guhdarî kirine qala jînenîgariya wî dike. Di navenda vê jînenîgariyê de jî Serhildana Şêx Seîd heye.

Li gorî agahiyên di vê berhemê de birayê Şêx Seîd Mehdî tê Amedê, nameyeke Şêx Seîd digihîne Fehmiyê Bîlal da ku wê bide berpirsê Rêxistina Azadî yê li Amedê Dr. Fûad. Name digihêje cihê xwe, Dr. Fûad jî nameyekê dinivîse, dide Fehmiyê Bîlal wî dişîne cem Şêx Seîd, di nameyekê wiha hatiye gotin: 

1 – Bila miletê li derdora wî kom bûne belav bike, her kes here mala xwe.

2 – Her du birayên wî Şêx Tahar û Şêx Evdirrehîm li Pîranê du leşker kuştine. Bila  her du birayên xwe bigire û radestî dewletê bike. 

3 – Bila Şêx Seîd here li Qolhîsarê li gundê xwe rûne. 

Li gorî gotina hinekan axêveran, wî talîmata Dr. Fûad bi temamî pejirandiye, lê xizmên wî nehiştine ku Şêx Seîd dev ji geşta xwe berde û agirê serhildanê bitemirîne. Hinek jî dibêjin, wî ji bilî xala duyemîn a ku dibêje, “Bila her du birayên xwe radestî dewletê bike” wî xalên din pejirandine. Di heman çavkaniyê de hatiye gotin ku Dr. Fûad şeşderbek jî daye Fehmiyê Bîlal û gotiye, “Heke Şêx Seîd van biryaran bi cih neyne, keysa xwe lê bîne û bi vê şeşderbê wî bikuje.”

Her wiha em ji berhemê hîn dibin ku Fehmiyê Bîlal li ser daxwaza Xalid Begê Cibîrî bi serokhozên kurdên alewî re jî hevdîtin kiriye û ji wan piştgirî xwestiye, wan ev yek nepejirandiye. Li gorî heman çavkaniyê Kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî Seyid Evdilqadir dema ku ji bo raperîna li dijî tirkan piştgirî jê hatiye xwestin, nepejiradiye û gotiye ku di vê rewşa xerab de divê li dijî tirkan serhildanê nekin. Lê dawiyê ew jî hat bidarvekirin.

Fehmiyê Bîlal derbarê olîbûna serhildanê de jî wiha gotiye: “Belê Şêx Seîd şêx û gelekî jî oldar bû, lê neteweperweriya Şêx Seîd ji oldariya wî girantir bû. Ew neteweperwer û welatparêzekî mezin bû.”  Li gorî Fehmiyê Bîlal serhildan yeka neteweyî û rewa bû, ji ber ku kemalîstan kurd xapandibûn, pêşî gotibûn “em hevparên hev in”, paşê hebûna kurdan jî înkar kiribûn.  

Her wekî Fehmiyê Bîlal jî daye xuyakirin, serhildan têk çû ji ber ku dema serhildanê nehatibû, şertên civakî û siyasî nepijiyabûn. Navenda Hereketa Azadî biryara serhildanê negirtibû. Serekên Hereketa Azadî girtî bûn. Serhildanê bêrêxistin û bê plan bû. Amadekariyên çek û çebilxaneyê nekiribûn. Têkiliya wan bi hêzên derve re tunebû. Ji ber vê yekê zû têk çû. 

Di berhemê de bi awayekî zelal xuya dibe ku Fehmiyê Bîlal wekî gelek pêşengên Hereketa Azadî, yekî pir zana û têgihîştî ye. Piştî têkçûna serhildanê Fehmiyê Bîlal derbasî binxetê dibe, ji wir jî diçe başûrê Kurdistanê û Iraqê, piştî salan efûya giştî derdikeve, vedigere cih û warê xwe. Li Amedê koça dawîn dike û li Licê tê veşartin, cihê gora xwe jî bi wesiyeta xwe dide windakirin. Ji bilî helbestekê tiştekî nivîskî li pey xwe nehiştiye, bi vê berhemê em wî û rastiya serhildana Şêx Seîd baştir nas dikin, destê her du nivîskarên vê berhemê ter û şîn bin.

Em ê vê nivîsa xwe bi wê helbesta Fehmiyê Bîlal biqedînin. 

Giliya Daran

Şevek ji şevan rojek ji rojan

Roj li ser çiyayê Cebexçûrê çû ava

Êzingvan hatin

Di bin dareke mazî ya kevnar de

Werîsê xwe danîn erdê

Û bivir danîn ser kevirekî

Li benda ronahiya sibê sekînin

Dara mazî gazî dar û berê kir

Gote wan: 

“Ev weha nabe

Bivir dîsa va ye hatiye

Piştî qasekî wek her gavî

Dê serê me bibire

Divê em ji  xwe serokekî hilbijêrin

Da ku bi bivir re mijûl bibe. 

Jê hêvî û rica bike”

Wan ew dara mazî ya kevnar

Ji bo xwe kirin wekîl

Wê darê gazî kir û got:

“Begê min ma qey ne bes e?

Eva bi salan e hûn serê me dibirin

Kokên me ji erdê radikin

Bi tevlî em darê mazî

Ji darên din gelekî fêdetir in

Her çî darên din salê berekî wan hebe

Lê belê yên me salê sê çar berên me hene

Mazî, gangol, gijik, şepik,antûve, berzî

Pelên me dibin alifê pez

Şaxên me dibin şewata tenûran

Êzingên dibin ardûyên zivistanan

Darên me dibin mirdiyaqên xaniyan

Rayên me avê ji bin erdê dikşînin

Dibe jiyan ji bo erd û zeviyan.”

Bivir got:

“Heso tu bi du aliyan şaş î

Carekê tu hêviya însafê ji min dikî

Mixabin ew di cewherê min de tune

Ya duduyan ez hêza xwe ji te digirim

Serê te bi destê te dibirim

Her tu nedî min destîbivir

Ha ez ha ev kevir.”

Ev mesela kurdan e

Derdê serê derdan e

Hinek heramzade ne

hinek nankor ewlad hene

Heta kurd destgir û piştgirên neyar bin

Her tim dê di bin nîr de bêçare û belengaz bin.

Duvar

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *