Serokê Herêma Kurdistanê nameyek arastey rêveberên cîhanê kir

BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê nameyek arastey rêveberên cîhanê kir û di vê nameyê de diyar kir, dewleta Kurdistanê dibe giravekî saxlem li rojhilata navîn.

Di hejmara rojnameya Philadelphia Ingwrer û sitûna Worldview ya 13.03.2016 ê de, dîmenekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye belavkirin û li gel wî dîmenî nameyekî berçav ji hemû serok û rêveberên cîhanê re hatiye arastekirin û di nameyê de Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, sînorê kevin ê rojhilata navîn tenê li ser kaxez hebûna xwe berdewam dike, lê di rastîiyê de heqîqetêkedin heye û divê ev heqîqet li ber çav bê girtin. Herwaha dibêje: ‘’Li gel tevlihewî û ne saxlemiya rojhilata navîn, xîlafeta Îslamî ya DAIŞê bi awayekî berfireh li Sûriyê û Iraqê hebûna xwe berdewam dike, naha demekî başe ku dûbare mirov berê xwe bide sînorên herêmê, lê ne wek 100 sal berî naha ku Brîtanya û Frensa herêm dabeş dikirin û bê ku ji kesekî bipirsin. Dive vê carê serok û rêveberên rojhilata navîn beşekbin ji vê piroseyê.’’

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, hêvî dike, di dûbare dariştina rojhelata navîn de, dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê damezrandin û ew dixwaze evsal referandûmê pêkbînin, ku gelê Kurdistanê nêrîna xwe ya di derbarê serxwebûnê de bê zanîn.

Peyamnêrê rojnameyê Trudy Rubin di raportê de dinîvîse: ‘’Dema Barzanî jibo wan diaxift, diyar kir sînorên rojhilata navîn tenê li ser kaxezê mane û naha li ser erdê ne pêkane û heqîqetekedin heye. Eva rewşa Iraqê ye ku tê dîtin. Dema rejîma Seddam Hisên têkçû, şer ê mezhebî di navbera Şîe û Sunne derket, li Sûriyê jî rejîm bi awayekî pir xirap di beşekê de li ser bingehê mezhebî bersiva xwepêşandanên aştiyane da. Her ew fitnegeriya mezhebî rê jibo DAIŞê vekir, ku di navçeyên Sunneyen de herdû aliyan, hem li Sûriyê, hem li Iraqê binkeyên xwe damezrand. Bi taybet di wan navçeyan de Sunne û Şîe li gel yek têkelin. Kesê nekarî wan ji yek cuda bike û ji ber vê kuştin berdewamin. Ji ber vê pêwîste ji yek bêne cudakirin. Lê ev cudakirine divê di çarçoveya herêmên Federal a nû de be. Yan jî cudakirinekî fermî be û divê rastî li ber çav bêne girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir, dewleta serbixwe ji bo Kurdan, piştî rêkevtina Lozanê ya di sala 1923 ê yê heta naha, hêvî û daxwaza Kurdane. Ew rêkevtine di navbera hevpeymaniya şer ê cîhan û Tirkiyê de piştî desthilatiya Osmaniyan hatiye îmze kirin û li gor belgeyên ku hene, ji Kurdan re soz hatine dayîn ku devletekî serbixwe li ser erdê wan bixwe wê ji wan re bê dayîn. Barzanî ragihandiye: ‘’Kurd piştî sala 1991ê ve, dema ku Amerîkayê herêm ji firokeyên rejîma Seddam re qedexe kir derfet ji bo Kurdan derket hole û heta radeyekî pir giring de bixwe xwe rêvebir. Herçend dibin ambargoyên aborî jî de bu û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hebe jî, cîhê herî saxlem ê Iraqê bu û rolekî mezin di têkşikandin û paşde kêşana DAIŞê de girte serxwe û pêşwaziya bi dehan hezar penaberên Xirîstiyan û Êzdiyan kir.’’

Barzanî piştrastiyê dide hemû cîhanê ku, ew dewleta serbixwe ya li Kurdistana Iraqê damezrêt wê bibe giravekî saxlem a temamî rojhilata navîn.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *