Barzanî bo Koçer Bîrkar: Ez şanaziyê bi te dikim

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya wergitina xelata Fields a warê bîrkariyê pîrozbayî li profesroê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Koçber Bîrkar kir û ragihand: “Ez yek ji wan 40 milyon kesa me ku gelek bi serkevtina te keyfxweşim û şanaziyê bi te dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi kêfxweşiyeke zêde ve min nûçeya vê serkevtina mezin bihîst ku we yê birêz di warekî giring û zehmet a zanistî yaw eke bîrkariyê de bi dest xistiye. Ev serkevtina we dilê hemû gelê Kurd xweş dike û ez yek ji wan 40 milyon kesa me ku gelek bi wê serkevtina we keyfxweşim ku şanaziyê bi te dikim.”

Doh çarşembî 1ê Tebaxa 2018an li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîlê merasîma xelata Fields a bo bîrkariyê (matematîkê) birêveçû, ku di wê merasîmê de çar kesan xelat wergirtin, û yek ji wan jî zanayê Kurd, Koçer Bîrkar bû.

Xelata Fields ku weke “Nobela di warê bîrkariyê de” tê zanîn, ji sala 1932an ve ji wan kesan re tê dayîn ku di warê bîrkariyê de dahênanê dikin.

Koçer Bîrkar profesorekî bîrkariyê yê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û ew dema çend salan e ku li Brîtanya di penaberiyê de dijî.

Koçer Bîrkar ji kovara zanistî ya Quanta re diyar kiriye, dema ku li Zanîngeha Tehranê xwendekarê lîsansê bûye, çûye Brîtanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Bîrkar dibêje: “Dema diçûm cihê ku tîma bîrkarî li wir dixwend, wêneyên serkeftiyên xelata Fields li ser dîwarê hatibûn daliqandin. Min li wan temaşe kir û ji xwe re digot, gelo rojekê ez ê bikarim yek ji wan bim? Dema ez li Îranê bûm, heta nizanibûm ez ê bikarim biçim welatên rojava.

Koçer Bîrkar piştî wergirtina xelatê got: “Ez hêvîdarim ev nûçe keniyê bixe ser lêvên 40 milyon kurdên cîhanê.”

Koçer Bîrkar I sala 1978an de li gundê Nê yê ser bi Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û weke ku xwe dibêje, her ku wî çavê xwe vekiriye, şerê Iraq û Îranê destpê kiriye.

Di sala 2000 de Bîrkar weke penaberekê çûye Brîtanya û niha li zanîngeha  Cambridge ya wî welatî mamosta ye.

Peyam Mesûd Barzanî bi vî awayî ye:

Birêz Kak Koçer Bîrkar

Bi keyfxoşiyek mezin ve me nûçeya serkeftina we ya mezin bîhîst ku, we di wareke giring û zihmet a zanistî ya bîrkarî (matematik) de bidest xist.

Bê guman awat û armancên we pêkhatin û ev serkeftina we dilê hemû gelê kurd xweş dike û ez yekemîn kesê ji wî 40 milyon kurdê ji vê serkeftinê keyfxweş û pê serbilindim yek ji wan im û hêviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo we dixwazim.

Cîhê keyfxweşiyek mezine ku ciwaneke kurd bikare ji aliyê zanistî ve pêşbirkê li gel zanayên cîhanê bike û xelata navnetewî bidest bixe. Hêvîdarim Kak Koçer bibe pêşeng û nimûneya bilind bo ciwanên me hemûyan û hewl bidin wek Kak Koçer serkeftinê ji aliyê xwendin û zanistê de navê gelê xwe bilind bikin.

Mesûd Barzanî

02.08.2018.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/020820182

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *