Serokê Gişî yê PAKê Mustafa Özçelik 72yemîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Kir

Bi minasebeta 72yemîn salvegera damezrandinaPDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê)  di roja 16.08.2018an de li Hewlêrê , li Hotêla Rotanayê merasîmeke bi beşdariyaRêzdar Serok  Mesûd Barzanî li dar ket.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî  di vê mersimê de axaftinek kir.

PAK jî  ji bo vê çalakîyê hatibû dawet kirin.Li ser navê PAKêendamê Komîteya Birevebirîya Navendî û Berpirsyarê BaşûrêKurdistanê yê PAKê Orhan Kaya beşdarî vê merasîmê bû.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik peyamek ji vêçalakîyê re şand.

Peyama  Rêzdar Mustafa Özçelik ev e:

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî

Serokê  Partîya Demokrat a Kurdistanê

16yê Tebaxa 2018an 72yemîn salvegera damezrandinaPDKyê(Partî Demokrat a Kurdistanê) ye.

Ew ala ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî MeleMustafa Barzanîyê nemir kiribû, eve 72 sal e çîya biçîya, deşt bi deşt, gelî bi gelî, bajar bi bajar bi xwînaşehîdên Kurdistanê û bi berxwedana pêşmergeyênqehreman li ba dibe.

Ew ala ya bi rûmet îro bi Serokatîya cenabê we , bûyesembola azadî û serxwebûna Kurdistanê.

Weke PAK, di meşa pîroz de, em piştgir û alîkarêhemû destkeftîyên gelê xwe yên hemû perçeyênKurdistanê ne.Em li gel  doza azadî û serxwebûna xuşkû birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê  ne. Em  bicenabê we û bi partîya we ya têkoşer re ne.

72 salîya PDKyê li cenabê we, li hemû endam û rêvebirên PDKyê, li pêşmergeyên qehreman û li  gelêKurdistanê pîroz be.

Li gel rêzen xwe

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *