Di êrişa Tirkiyeyê de 7 sivîlan canê xwe ji dest da: Nasnameyên wan diyar bûn

Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya 7 welatiyên sivîl ên di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê 2 roj in jêrxaneyên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin.

Li gorî agahiyan di encama êrişan de li Kantona Qamişloyê 7 welatiyên sivîl canê xwe ji dest da.

Komîteya Şehîda a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya welatiyên ku canê xwe ji dest dane eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li çapxaneya Sîmavê Ferhat Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo canê xwe ji dest da.

Li kargeha ku li taxa Eleyayê ya Qamişloyê, Ferhan Tem canê xwe ji dest da.

Di encama bombebarankirina aşxaneya gundê Um El Fursanê ya Qamişloyê de Aysa Sebawiyê canê xwe ji dest da.

HSDyê daxuyaniyek belav kir

Li ayê din Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî derbarê êrişên Tirkiyeyê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Ferhad Şamî da zanîn ku di êrişên Tirkiyeyê de 2 jê jin 8 sivîlan canê xwe ji dest daye.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2512202314

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *