Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kanala France 24ê ya Frensî, ku di 8ê Îlonê de pêk hat, behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herweha pêkneanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Wî herweha tekezî li ser girîngiya destûrê kir û got, “Destûreke me heye ku ji bo me û Bexdayê wek nexÅŸerêyekê ye. Em dê ji mafên xwe yên destûrî zêdetir daxwaz nekin, lê em ê rê nedin ku destûr were binpêkirin.”
Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku destûr bi temamî were cîbicîkirin û pirsgirêka serekî ya bi Bexdayê re weha anî zimên: “Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku ew federalîzmê nas nake.”
Derbarê pêkneanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî nîgeraniya xwe diyar kir û got, “Mixabin, em ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha nehatiye avakirin, xemgîn in. Em hêvîdar in ku di vê meha ÃŽlonê de yan jî di rojên pêş de, parlemanto bikare careke din bicive, xuleke nû veke û hikûmetê ava bike.” (PK)


