Li gorî çavkaniyên siyasî yên li Tel Avîvê, piraniya şêx û rûspiyên Durzî yên parêzgeha Siwêdayê li dijî banga rêberê xwe yê ruhanî, Şêx Hikmet el-Hicrî, ya ji bo veqetandina ji Sûriyeyê derketine. Tê îdiakirin ku van şêxan ji rêberên Durzî yên li Îsraîlê xwestine ku navbeynkariyê bikin ji bo ku bi hikûmeta Şamê re bigihîjin lihevkirinekê û xwe ji hewldanên cudaxwaz dûr bigirin.
Çavkaniyan her weha anîn ziman ku îhtîmal heye mijara kêmneteweyên li Sûriyeyê, di civîna pêşerojê ya di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed el-Şebanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer de were gotûbêjkirin. Ev yek nîşan dide ku rewşa Siwêdayê û civaka Durzî bûye mijareke girîng a diplomasîya herêmî. (PK)


