Serok Barzanî ji li ser wefata siyasetmedar û şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê pêşkeşî Leyla Zana û malbata wî kir û diyar kir, ew hevparê xema wan e.
Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya Mehdî Zana got: “Bi daxeke mezin nûçeya koça dawî ya Mehdî Zana, kesayetê nîştimanperwer û têkoÅŸerê kurd û serokê berê yê ÅŸaredariya Diyarbekirê gihîşt min.”
Serok Barzanî diyar kir: “Ez serxweÅŸiya xwe li malbata kurdperwer û xebatkar a Mehdî Zana û hem jî xwiÅŸka min a birêz Leyla Zana, hevjîna xwedêjêrazî û hemû kesûkar, dost û nasên wan dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.”
Serok Barzanî dawiyê jî got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê Mehdî Zana bi bihuÅŸta berîn ÅŸad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan.” (PK)


