Serok Barzanî: Kes nikare biryarên xwe û siyaseta xwe li ser me ferz bike

Serok Mesûd Barzanî îro li Selahadînê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen û Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski cuda cuda qebûl kirin.

Di hevdîtinan de êrişên Îranê yên li Hewlêrê hatin nirxandin.

Ofîsa Serok Barzanî li ser hevdîtinan daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Brîtanyayê diyar kir ku armanca serdana wî ya Hewlêrê ragihandina peyama piştevaniyê ye.

Hitchen ji Serok Barzanî re ji bo sivîlên ku canê xwe ji dest daye sersaxî xwest.

Hitchen diyar kir ku Brîtanya rêzê li serweriya Îraqê re digire û got:

“Divê Îraq û Herêma Kurdistanê wekî qada şer neyên bikaranîn. Divê welatên cîran rêzê li serweriya hev bigirin.”

“Ev êriş vîna gelê Kurd naşkînin, bi hêztir dike”

Serok Barzanî ji ber piştgiriyên Brîtanyayê spasiya xwe pêşkêş kir û got ku Herêma Kurdistanê û Îraq her tim dixwazin bi welatên cîran re têkiliyeke aşitiyane û bihêz pêş bixin.

Serok Barzanî diyar ki ku êrişên Îranê yên bêbingeh neheqiyeke mezin in û serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê binpê dikin.

Serok Barzanî got, “Êrişên bi vî rengî vîna gelê Kurd naşkînin, bi hêztir dikin.”

Barzanî destnîşan kir ku ew naxwazin pêwendiyên wan bi ti welatekî re xira bibin, berovajî hêviya pêwendiyên dostane û di cih de dikin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Lewra em dê destûrê nedin ku ti welatek biryarên xwe li ser me ferz bike.

Di bin ti zextan de be jî em dê dev ji nirxên xwe yên bilind û pîroz û dev ji doza gelê xwe ya mafdar bernedin.”

“Ti sedemeke mafdar a êrişê nîne”

Balyoza Amerîkayê yê Îraqê Alina Romanowski jî bi serdana xwe re piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd destnîşan kir û got:

“Ti sedemeke mafdar a êrişê nîne. Qurbaniyên êrişê sivîl in. Herêm jî cihê sivîlan e.”

Serok Barzanî ji bo daxwazên wan ên sersaxiyê spasiya xwe pêşkêşî Amerîkayê kir.

Serok Barzanî careke din diyar kir ku ew dixwazin bi welatên cîran re bi fikreke hevpar pêwendiyên dostane û bi hêz pêş bixin.

Serok Barzanî got êrişa li dijî gelê Kurd neheqî ye û diyar kir ku ew ti carî nebûne alîgirê kaos, tundî û bêîstiqrarî yê.

Barzanî bal kişand ser pêngavên Hikûmeta Îraqê û xebatên komîsyona lêkolînê ya piştî êrişê hat avakirin û pesnê rola Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî da.

Serok Barzanî got, “Li dijî zilma li ser gelê Kurd erkên xwe yên yasayî pêk anîn.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *