Serok Barzanî: Em ji biryara referanduma serxwebûnê poşman nebûne

BasNews- Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta salvegera diyarîkirina roja referanduma serxwebûnê de radighîne, referandûm ji bo hemû wan kesên beşdarî kirin re, şanazî ye û lê poşman nebûn e.

Serok Barzanî di wê peyamê de dibêje, di jiyana gelê Kurdistanê de, îro rojek dîrokî ye.

Di 7ê Hizêran a 2017an de aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi koma dengan biryar li ser referandûmê dan, da ku gelê Kurdistanê bikare di rêyek aştiyane re, deng û xwesteka xwe bigihîne cîhanê.

Ev biryar ji bo hemû welatiyên Kurdistanê destkeftek giranbuha bû û şanazî ye – ji bo hemû wan aliyên, ku di derxistina wê biryarê de beşdar bûn e û jê poşman nebûn e.

Di dawiyê de, Serok Barzanî di vê helkeftê de pêzanînên xwe ji bo rol û mandîbûn a hemû têkoşer, azadîxwaz û niştîmanperwerên Kurdistanê re heye û hezaran silav li canê paqij ê şehîdên Kurdistanê û hemû şehîdên rêya azadiyê re.

http://www.basnews.com/kr/babat/609207

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *