Bo Raya Giştî

Wek tê ta zanîn ku li rojavayê Kurdistanê li jêr çavdêriya Emerika û Fransa yê pêvajoyekî li ser li hevanîna hêzên Rojavayê Kurdistanê destpêkirîye. Hevdîtin di navbeyna ENKS û TEVDEM´ê da dimeşe. Tê gotin ku ji bo hevkarîyek mayende li ser hindek xalan li hevhatinek çê bûye. Nuha jî li ser birêvebirina herema Rojavayê Kurdistanê danûstandin berdewam dike.

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swiss, piştgirîya hemû hengavên hevkarî û yekîtîyên ku di xizmeta kurd û Kurdistanê da be û berjewendîya netewî ya Kurdistanê esas digre, dikin. Daxwaza me ew e ku tu partiyên siyasî yên Kurdistanî ku li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat dikin, li derveyê vê pêvajoya Hevkariyê nebin û cîh û mafên wan jî hebe.

Hêviya me ji hêzên rojavayê Kurdistanê ew e ku daxwazên wan, ji sîstemek Federasyonê kêmtir nebe.

Heremên wek Efrîn û Serêkanîyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, her roj bi dehan Kurd tên revandin û kuştin. Divê yek ji daxwazên wan ew be ku leşkerên Tirkiyê û çeteyên ser bi Tirkiyê, ji herema Kurdistana Rojavayê bên derxistin.

Hevkarîya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swiss, piştgiriya pêvajoya Hevkarîya Hezên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê dike û her wusa daxwaz dike ku di hemû mercan da berjewendîya netewa Kurd esas bê girtin.

Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swiss.
PSK
PDK Ä°ran
PDK -Irak

PDK-Surîyê
TDK Tevger (Tevger a Demokratik ya Kurdistanê)
PDK-Bakûr
Partîya Yekîtîya Kurdên Sûrîyê

PDK-Rojhilat

Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûrîyê

PDPKS

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *