Serok Barzanî: Divê kultûra tunekirina hevdu ji rîşeyan ve bê kişandin

(K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 30î Tîrmeha 2022an di merasîma pêşwazîkirina li termên sed Barzaniyên Enfalkirî de başdar bû û tê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Enfalkirina Barzaniyan, xeleke din ji zincîreya tawanên li dijî gelê Kurd bû.” Derbar rewşa niha ya Iraqê de jî ragihand, “Di vê rewşa niha ya Iraqê de, gelekî nîgeran in û xelkê Iraqê bi hemû pêkhatiyên wê, hêjayî jiyaneke baştir in.”

Serok Barzanî ragihand, “Rast e pirsgirêk hene, lê hebûna pirsgirêkan asayî ye. Ti pirsgirêk nîne ku çareseriya wê tune be, eger niyaza pak a ji bo çareserkirinê hebe. Pirsgirêka petrol, gazê, budce û pirsgirêkên din dikarin bêne çareserkirin. Lê belê bi nêrîna min pirsgirêka bingehîn û metrisîdar, ew kultura ku ev tawan berhem aniye ye. Divê ev kultur ji rîşeyan ve bê kişandin.”

Her wiha got: “Berî sî û neh salan, rêjîma Beis heşt heşt hezar Barzanî veguhastin başûrê Iraqê û enfal kirin. Gunehê wan tenê ew ku Barzanî bûn. Ev xeleke din ji zincîreya tawanên li dijî gelê Kurdistanê bû, wek enfalkirina 12 hezar Kurdên Feylî, kîmyabaran û enfalkirina giştî  ku li piraniya navçeyên Kurdistanî hate kirin û 182 hezar welatî bi zindî hatin enfalkirin.”

Her wiha got: “Heta niha me karî hejmarek ji termên şehîdan vegerînin, lê belê hîn gelek jî mane, heta termê yek şehîdî mabe jî, em ê di hewlên xwe de berdewam bin.”

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de ragihand, “Pêwîst e rê neyê dayîn tawanên rêjîmê bibin sedema dijayetiya di navbera gelan de. Rêjîm tên û diçin, lê biratiya gelan dimîne.”

Her wiha got: “Encûmena Nûneran a Iraqê, Dadgeha Tawanan û Parlamentoya Kurdistanê ev tawan wek jenosayd nas kir û hikûmeta Iraqê jî pabend kir ku termên qurbaniyan vegerînin û malbatên wan qerebû bikin.”

Got jî: “Em li bendê bûn ku hevpeymanên me hevkar bin ji bo hinek ji xem û azarên kesûkarên şehîdan kêm bibin, lê belê berûvajî wê kirin. Qerebûkirina kesûkarên şehîdan, erkekî yasayî û exlaqî ya hikûmeta Iraqê ye û hêvîdar ew vî erkê xwe bi cih bînin.”

Derbarê rewşa niha Iraqê de, Serok Barzanî got: “Em ji vê qeyrana ku niha Iraq tê de ye, gelekî nîgeran in. Piştî rûxana rêjîmê, sûde ji wê derfetê nehat girtin, destûr hat piştguhkirin, sedemên pirsgirêkan nehatin çareserkirin û serederiya şaş bi encaman re hate kirin. Xelkê Iraqê bi giştî ewqas êş û azar dîtine ku ew hêjayî jiyanekê ji ya niha baştir in. Em hêvîdar in hemû alî hest bi berpirsatiyê bikin û bi niyazeke pak û vîneke polayî, vê qeyranê dawî bikin û careke din karesatên wiha dubare nebin.”

https://www.kurdistan24.net/kmr/story/59616-Serok-Barzan%C3%AE:-Div%C3%AA-kult%C3%BBra-tunekirina-hevdu-ji-r%C3%AE%C5%9Feyan-ve-b%C3%AA-ki%C5%9Fandin

Wêneyê bergehê: Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *