Serhildana Baba Îshaq bû roman: Dîwarên dora rastiyê hatî honandin wê hilweşe

Berhema Nivîskar Mehmet Oncu, ‘Raperîna Baba Ä°shaq’, derket. Nivîskar Oncu, romana raperîna Baba ÃŽshaqê Semsatî ya hemberî Siltanê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrew daye destpê kirin, nivîsiye.

Romana ‘Raperîna Baba Ä°shaq’ ji aliyê weÅŸanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin. Berhem wê di demeke nêz de bigêje ber destê wêjehezan. Mehmet Oncu dibêje, ev roman wê dîwarên li dora rastiya Baba ÃŽshaq hatî honandin hilweşîne, bi balkêşiya çîroka xwe wê di derbarê kesayetiya Baba ÃŽshaq de tevahiya ezberên heta roja îro di serê kurd û tirkan de hatî veçinîn xira bike.

Romana ku bi zimanekî zelal û kurmanciyeke kubar hatî vegotin, him bi çîroka xwe, him bi vegotina xwe deriyekî nû li ber edebiyata kurdî vedike. Xwînerên xwe radike, dibe li labîrentên sedsala sêzdehan a nepen û bohem digerîne. Ew raperîna ku di sala 1240î de li gundê Kefersût a ku bi Semsata rengîn ve girêdayî destpêkirî, Siltanê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrew gellekî ditirsîne. Cih jî li wî teng dike, ew direve diçe xwe di qesra xwe ya bi navê Qubatabadê de vedişêre.

Baba Îshaq, weke hin kesên nîjadperest gotî, ne derwêşekî tirkmen e, kurdekî ji Bajarê Semsatê bû, di eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê bû. Baba Îshaq perwerdeyeke gellekî baş dîtîbû, baweriya Ebûl Wefayê Kurdî nas dikir, li ber destê Îbnî Arabî perwerde ditîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.

Dema ku wî dergahê xwe ji gundê Kefersûta ku bi bajarê Semsatê ve girêdayî ava kir, ew der di destê binemala Eyûbiyan de bû, kurê Siltan Selehedîn Eyûbî, Melîk ‘Evdal hakimê bajarê Semsatê bû. Gava ku desthilatdariya Semsat û derdorên wê guherî, ji destê Eyûbiyan kete destê Selçûkiyan zilm û zora li herêmê pir, bac û xeracên wan giran bûn. Baba Îshaq jî li ser vê yekê kurdên herêmê rakirin ser piyan û raperîneke bi xwîn da destpêkirin. Raperîna Baba Îshaq, weke pêlên dêngiz şar û bajar dane ber xwe, danzdeh caran artêşa Selçûkiyan têk bir, bi hemû dinya û desthilatdaran da zanîn ku li rûzemînê zulm heta û heta ne domdar e.

Herçiqas ku Baba Îshaq, malbata wî û peyrewên wî, tevî gellek bawermendên ji Riyaheq hatin kuştin jî, divê bê zanîn ku Baba Îshaq û hevrêyên wî navê xwe li asîmanê dîroka mirovatiyê bi tîpên zêrîn dane nivisîn.

https://www.gazeteduvar.com.tr/serhildana-baba-ishaq-bu-roman-diwaren-dora-rastiye-hati-honandin-we-hilwese-haber-1519571

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *