Şerê Wekaletê

Erdnîgarîya em li ser dijîn her diçe dibe qada şerên wekaletî û bi xwe re guncavkirina sîstemên desthilatdarîyê dixe rojevê. Bazara hilweşandin û avakirinê, di navbera aktorên sereke de, bûye weke hemleyên kişikê (setrancê). Stratejî û sîyasetên nû, hevalbendî û aparatên operasîyonel, li pişt dikê cîh diguherînin. Hemû alî, ji bo berjewendîyên xwe tevdigerin, helwest nîşan didin û bazara berjewendîyên xwe dikin; lê mixabin ji bilî gelê Kurd, hemû alî û netewên heremê xwedî parekî, xwedî dezgehekî ne. Tenê Kurd bêpar û bê mecalin!

Li heremê her dewlet, her netew, her rêxistin û partî, li gor berjewendîyên netewa xwe tevdigerin. Ji kesayetan bigirin heta sazî komele û hêzên operasîyonel, li gor berjewendîyên netewa xwe tevdigerin. Her çi hîkmet e, di hemû deman de, beşek alîyê “Kurd”, her tim di destê xulaman de, rola xulamokîyê dilîzin. Bi taybetî ji damezrandina Îttîhat Terakkî bigirin, heta îro, ev kevneşopî weke kurmê darê rolekî gelek xerab lihîstîye.

Gelo çima, ewqas hêz û partîyên mîsyoner, li pey çeqçeqa aş ketine? Çima li hemberî  hev, roj bi roj kemîn û kozikên têkçûnê li hev zêde dikin? Çima her tim zimanêkî jahrî bi kar tînin? Di navbera Bakûr, Başûr, Rojhilat û Başûrê rojevayê Kurdistanê de tovên dijîtîyê av diçînin? Gelo ji bo çi û ji bo kê dîwarên îdeolojîk avadikin? Ew sînorên ku dewletên dagirker li ser  masê, di nav xwe de çêkiribûn têr nake? Niha dixwazin di nav gelê Kurd derizandinên sîyasî, civakî û dîrokî ava bikin?

Bi dagirkerên xwe re doza aştî û lihevhatinek bê bingeh dikin. Lê mixabin bi birayên xwe re, bi gelê xwe re doza çavsorî û dijîtîyê dikin? Ev kîjan aqilê ku li seranserê erdnîgarîya Kurdistanê, cardin dixwaze bi xwîna xortên Kurd, mêjî û ruhê Îttîhat Terakkî guncav bike?  Ji bo desthilatdarîya dagirkeran, çima mîsyona Zîya Gokalp û Suleyman Nazîf hilgirtin ser milê xwe? Gelo çima her tim qelenê “demokrasîya Tirkan-dagirkeran” bi xwîna xortên me tên dayîn?

Ew hêz û partîyên desthilatdar ku doza çavsorîyê dikin, çima rojekî derheqê avakirina mala Kurdî de gav neavêtine û rê nedane ku destkeftîyên hene li hev zêde bibin! Çima her dem weke paleyên xerabkirinê, di nav zevîyên bêbextîyê de diçêrin?

Ev hêzên li ser pişta hespên dagirkeran dibezin, gelo çima rojekî ji raya giştî re neragihandine  û nabêjin: “Xwîna Kurd bi destê Kurd rijandin heram û guneh e!” Çima heta niha, bi şêweyek giştî, binivîskî û bi belge, ji raya giştî re helwestên xwe dîyar nakin? Çima newêrin bi dengekî berz bêjin: “ji vir pêde, em bi tu awayî rê nadin û em nabin sedemên rijandina xwîna gelê Kurd! Em rê nadin xwîna Kurd bi destê Kurd bê rêjandin!”

Dema birêz Mesûd Barzanî bi vîna gelê Kurd û biryara parlementoya Kurdistanê, Serokê Kurdistanê yê yekem hat hilbijartin, biryarek dîrokî bi raya giştî re parve kir. Serok Barzanî got ku “Divê êdî xwîna Kurd bi destê Kurdan neyê rijandin. Ez şerê birakujî û xwekujîyê heram dikim!” Ev peyam, biryara dewletbûna Kurdî bû. Ev peyam, destpêka meşa serxwebûn û azadîya gelê kurdistanê bû. Lê mixabin, dagirker û hevalbendên wan, girîngî û  wateya vê mesajê, berîya sinifa sîyasî ya Kurd girtin û amedekarîya xwe kirin. Sinifa sîyasî, li ser şopa berjewendîyên partîperestî û rêxistinperestîyê wateya vê peyamê paşguh kirin û tênegihiştin bê tê çi watê yê!

Rast e, îro li Başûrê Kurdistanê desthilatdarîyek Kurdî û statuyek meşrû û hûqûqî heye. Destkeftîyên dîrokî û serverîyek yasayî heye. Tevî hemû kêmasî û xeletîyên hene jî statuyek yasayî, parlemento û hukumetek bi vîna (îradeya) gelê Kurd hatîye damezrandin, temsîla gelê Kurd dike!

Serwerîya Başûr, di bin şert û zehmetîyên mezin de didome. Lê belê ev têr nake: divê sîyasetek gelemperî bê meşandin û li seranserê Kurdistanê serwerîya berjewendîyên netewî yên giştî bê kirin. Ev jî bi aqilê dewletbûnê pêktê. Ev aqil, bi kar û barên muşterek, bi xebat û hewldanên giştî, bi hevkarî û berpirsîyarîyek giştî pêk tê. Bi dîyalog û armancên netewî pêk tê.

Lewra, ev desthilatdarîya hanê temsîlîyeta berjewendîyên gelê Kurd dike. Divê, her Kurd bi hişmendîyek netewî, bi hestîyarîyek kurdewarî piştevanî û parêzerîya destkeftîyan bike û berpirsîyarîya xwe ya netewî bi cîh bîne. Herkes bi şêweyek rasteqîn mafdar e ku rexne û pêşnîyarên xwe, nîrxandin û şîroveyên avakir pêşkêş bike. Lê divê em tu carî ji bîrve nekin ku welatê me di bin sîstema dagirkerîyê de ye û her tim rastî êrîşan dibe. Ji bo hilweşandin û têkçûna serwerîya Kurdistanê,  dorpêçkirinek pir alî di nav plan û hewldanên mezin yê dijmin de ye. Divê herkes li gor vê rastîyê, erka xwe ya netewî bicîh bîne.

Divê em ji bîr nekin, gelên Kurdistanê, ev zêdetirî 200 salî ye bi jenosaydan, bi komkujî û qirkirinên domdar re rûbirû dibe. Hemû nifşên civatê, di bin bandora trawmayên leşkerî, sîyasî û aborî de hatine “kedîkirin.” Bîr û bawerîyên pîroz, armancên netewî, bi destê qefleyên xwefiroş û xesandî hatine pelçiqandin. Dixwazin bi êrîşên hovîyane û reşkirina rastîyan, fikir û ramanên netewî birizînin. Derman û çareserîya hemberî van nexweşî û êrîşan, xurtkirin û hêzbûna tevgera netewî ye. 26.05.2021 Amed.

Cano AMEDÎ

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir