Şerê serxwebûna Kurdistanê divê bi metodên meşrû bimeşe…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Neteweya kurd, neteweyekî bindest e. Welatê wê Kurdistan dabeş bûye. Kurdistan ji aliyê çar dewletan de hatiye dagir kirin, kolonî kirin. Loma hîn di sedsala 21an de jî, li sê parçeyên Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên milî bê par e. Dethilatdar û serwer nîne. Bes li Başûrê Kurdistanê xwediyê mafê milî yên çandî, siyasî, civakî ne.
Desthilatdarî û serweriya li Başûrê Kurdistanê jî sînor kiriye.

Ew şerê dewleta milî ya di sala 1880yî de, di bin pêşengiya Şêx Ûbeydûllah Nehrî de dest bê kiriye, di sedasala 21an de di vê merhelê de jî dom dike.

Lewra li dinyayê neteweya ne xwedî dewlet, bes neteweya kurd e. Ev yeka ji bona neteweya kurd bi xwe jî, ji bona dinyaya ku heq û hiqûq û demokrasî û mafên neteweyên bindest diparêzin, şermazariyek e.

Ev rewşa neteweya kurd ku ne xwediyê dewletê, li dijî peymanên navneteweyî ye. Li dijî pîvan-prensîpa mafê çarenivîsiya neteweyan e. Xesipbûna îradeya neteweya kurd e. Zûlmeke mezin e.

Loma şerê ku dom dike, şerê serxwebûn û azadîya neteweya Kurd, dewletbûna neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê ye.

Diyar e ku ev şerê neteweya kurd, yê serxwebûn û azadiyê û dewletbûnê, dê demeke din ya dirêj dom bike.
Ev şerê serxwebûn û azadîya Kurdistanê û dewletbûna neteweya kurd, dê bi gelek awayan dom bike û hîn jî dom dike. Ev şera, dê bi awayê şerê pêşmergetî, bi awayê şerê siyasî û civakî û bêîtiatkarî dom bike.

Dema ku şerê serxwebûna Kurdistanê tê ajotin, divê wesîte û methoden meşrû bi kar bên. Wesite û metodên ne meşrû û ne rewa zirar dide doza serxwebûna Kurdistanê û di hamendem de dê meşrûbûn û rêwabûna doza serxwebûna Kurdistanê jî ji holê rake. Ji vê yekê zêdetir dewletên kolonyalîst jê îstifade û fêdê dibînin.

Rastî jî dema ku ceribandina neteweyên hemû dinyayê û ceribandina têkoşîna serxwebûna Kurdistanê ji çav bê derbas kirin, gelek bi rehetî dê bê tespît kirin, neteweyên dinyayê û neteweya kurd ji wesîteyên ne rêwa zirar dîtine. Şerê pîroz yê serxwebûna neteweyan têk çûne û şikest xwarine.

*Kurdperwer û rêxistinên kurdperwer yê Kurdistanê, divê beriya her tiştekî ji însanên xwe hez bikin. Him jî ji hemû însanên xwe hez bikin. Wan kategorîze nekin. Lewra serxwebûna Kurdistanê ji bona hemû çîn û tebeqeyên Kurdistanê ne.

Loma jî divê çi dibe bila bibe însanên kurd û kurdistanê dijmin neyên hesibandin. Divê însanên kurd û kurdistanî bên parastin.

Kûştina kurdan û kurdistaniyan ji bona kurdperwer û rêxistinên welatperwer û yên doza serxwebûna Kurdistanê dimeşînin, dibe têk çûn.

Serokê milî û efsanewî Mele Mistefa Barzanî dema ku kurdperweran û berpirsiyarên PDKê xwestine kurdên bi dijmin re hevalbend in, bikûjin, li dij derketiye. Gotiye ku “dijmin însanên me yên baş dikûjin. Dema em jî kurdên xwe yên xirab bikûjin, wê demê kurd namînin.”

Serokkomarê Dewleta Mehabad ya Kurdistanê Qazî Mihemed dibêje ku “kurd divê ji hevûdu hez bikin. Yekîtiya xwe biparêzin.”

Ev fikrên Serok Mele Mistefa Barzanî û Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed gelek di cî de ne.

Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê vê nerînê bidin berçav. Şertên Kurdistanê û şerê dirêj yê serxwebûna Kurdistanê her dem bidin ber çav ku însanên me ji bona parastina xwe gelek metodan bi kar tîne. Ew metodan pir caran wek hevalbendiya dijmin û dewletên kolonyalîst tê şirove kirin, ev yeka şaşiyeke mezin e.

*Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê di şerê serxwebûn û azadiyê de, ji weletê xwe Kurdistanê hez bikin. Divê ji hemû hebûn û hêjayiyên welatên xwe, çiya, deşt, zozanên xwe, çem û daristanên xwe hez bike. Di şerê xwe de zerar nede hebûna welatên xwe.

*Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê, divê bi taybetî ji zarok û ciwanên xwe hez bikin, wan biparêzin. Ciwanên xwe, ji bona perwerde bibin, ji wan re derfetan çê bikin. Loma jî wan bi hêsanî feda nekin û nedin kûştin. Divê ciwanan wek çavên xwe biparêzin. Zarokên 13-14 salî divê hîç demekê nekin leşker û pêşmerge.

Lewra zarok û ciwan pêşeroja me ne. Pêşketina Kurdistanê û ronîbûna neteweya me bi pêşketin û bi perwerdaya wan pêk tê.

*Dijmin her dem dixwaze ku nekokî û dijminîtîya nav neteweya kurd û kurdistaniyan zêde bike. Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê ji bona ku nekoki û dijminîtîya di nav gel de zêde nebe û kêm bibe xebat bike.

Bi taybetî li Kurdistanê hebûna eşîretan ji bona neteweya kurd dewlemendiyeke. Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê her dem li dijî şerên eşîretan rawestin, pêşiya şerê eşîretî bigrin.

*Rêxistinên Kurdistanê beşek ji civatê û neteweya kurd in. Ji bona civat û neteweya kurd jî aktorên gelek girîng in. Lewra şerê serxwebûna Kurdistanê bi destê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê dê bê meşanmdin.

Li Kurdistanê jî hebûna rêxistinên cûdafikir û cûda bername gelek xwezayî ye. Rastîya Kurdistanê jî vê yekê diyar dike.

Loma jî divê rêxistinên Kurdistanê jî ji hevûdu hez bikin, dijminîtî û şerê hevûdu nekin.

*Kurdistan û neteweya kurd, ji derveyî îradeya xwe parçe bûye. Divê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê, ji hemû beşên Kurdistanê hez bikin û ji mafên hemû beşan re û hiqûqê wan re rêz bigrin.

*Neteweya kurd û kurdistanî xwediyê dozekê ne. Armanca neteweya Kurdistanê serxwebûn û azadî ye. Loma jî armanca kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê kuştina tirkan, ereban, farisan jî nîne.

Hezar mixabin PKK roja ku avabûye li dijî van pîvanan derketiye. Di vê qonaxê de jî li hemû beşên Kurdistanê li dijî van pîvanan derdikeve. Ji însanên kurd û ji hêjayî û hebûna Kurdistanê hez nake.

Di van rojên dawî de serhildana dayikên zarokên 13 salî û ciwanan li dijî PKKê jî nîşan dide û gelek aşkere derdixe holê ku PKKê zarok û ciwanên Kurdistanê keyfî dide kûştin.

Loma jî PKK rêxistieneke kurdperwer û rêxistna Kurdistanê nîne. Rêxistineke bîyanî ye. Projeya dewleta Tirk bû. Nuha bûye projeya çar (4) dewletên kolonyalîst. Zirarê dide însanên kurd û hebûnên Kurdistanê.

Hemû rê û rêbazên pêk tîne ne rewa ne.

Amed, 20. 09. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *