Despêka Sedsala XX. û Rewşa Zana û Siyasetvanên Kurd!

Çend rûpel ji partîyên kurdî û pêwistîya ronayîbûnê  

2. Despêka Sedsala XX. û Rewşa Zana û Siyasetvanên Kurd!

”Di despêka sedsala XX. da serbajarê dewleta Osmanî Stanbol bû û ew ji alîyê çandeyî û sîyasetê ve navendeka (merkezeka) giring bû. Her wekî ku gelek zana û rewşenbîrên gelên bindest ên Osmanîyan gelek zana û xwendekar û sîyasetvanên kurd jî li Stanbolê civîyabûn. Ew zana û xwendekarên kurd dixebitîn ku tovê bîr-bawerîya welatevînîyê û fikra kurdîtîyê di nava gelê kurd da biçînin û paşê jî rîya tevgereka neteweyî vekin; bi awayeka dî tevgereka neteweyî  saz bikin. Her weha wan dixwest ku pêşewayîya wê tevgera neteweyî bikin û bi rîya wê tevgerê Kurdistanê ji binê nîrê dewleta Osmanî rizgar bikin. Jibo gîhana  wê amancê  jî dixebitîn ku ji hemî keys û fersendan mefadar bibin.

Di sala 1900î da Komela Kurdan a Pêşîn li Stanbolê hatîye sazkirin. ”… Navê wê komelê, ”Komela Vîna Zexm a Kurdistanê (Kurdistan Azm-i Kawî Cemîyetî) bûye. Sazkerê komelê Fikrî Efendîyê Amedî (Dîyarbekrî) bûye. Em ji endamên wê, tenê navê Ehmed Remzîyê Licî dizanin. (Zinnar Silopî, Doza Kurdistan, Çapxana Stewr, Bêrût 1969, rûpel 25-26) Belam ew komele, di binê rejima Sultan Hemîd da umirdirêj nebûye.

“Careka dî keys û fersend , piştê sazkirina meşrûtîyetê di dewleta Osmanî da ketîye destê zana û xwenda û xwendekarên Kurd. Meşrûtîyet, yan jî bi peyveka dî rejima meşrûtî, bi pêşewayîya ”Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanî”  (Osmanlı İttihad ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908´an da hatîye sazkirin.   Di despêka rejimê da, azadîyeka hema hema bêsînor hatibû nava dewleta Osmanî.  Jixwe prensib û sloganên rejima nû ”azadî, biratî, wekhevî” (hürriyet, uhuvvet, musavat) bûn.  Ev hersê peyvik bûbûn slogan û li her derê împaratorîyê belav bûbûn, wek benîşt ketibûn devê her kesî.

Hingê welatevîn û neteweevînên Kurd jî xebitîne ku ji wê rewş û keysa nû mefadar bibin û xebateka neteweyî vêkxin. Berê wê xebata wan, berê sazkirina ”Komela Hevkarî û Pêşketina Kurd” (Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti), derxistina kovara ”Kurdistan), sazkirina dibistaneka Kurdî, paşê jî sazkirina ”Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê” (Kürd Tamîm-î Maarif Cemîyetî) û ”Komela Xwendekarên Kurd Hêvî” (Kürd Talebe Hêvî Cemîyetî), derxistina kovara ”Rojî Kurd” û kovara ”Hetawî Kurd ” bûye.  (Zinnar Silopî, Eynê eser, r. 23, 24, 35, 37 û Jîn, jimare 21, r. 924)

Lê belê, piştê derketina Şerê Cîhanî yê Pêşîn, kargêrên komela ”Hêvî” û gelek ji endamên wê bi destê hukumeta ”Yekîtî û Pêşketinê” (Îttihad ve Terakkî) hatine girtin û hatine şandin bo cepheyê şer. Bi wî awayî, ew mêledeya ku ”Hêvî”yê teviştandibû vemirîye û heta sala 1918an wisa vemirî maye. ” (M. E. Bozarslan, Jîn, c. 1, r. 7-8)

”Piştê xilasîya Şerê Cîhanî yê Pêşîn, dîsa keyseka baş,  tewr ji keysa 1908an baştir ketîye destê welatevînên Kurd. Dewleta Osmanî di wî şerî da zorbirî bûbû, hemî welatên Ereban digel Kurdistana Jêrîn û beşek ji Kurdistana Jorîn winda kiribûn. Gerçi piranîya Kurdistana Jorîn hêj di binê dagirkirina Osmanîyan da bû, lê ji ber wan derbên giran ên ku di şer da xwaribûn, rewşa wan li Kurdistana Jorîn jî têr xilxilîbû. Ji alîyê dî ve, ew 14 prensipên ku Serekkomarê Emrîkayê Thomas Woodrow Wilson ragîhandibûn û bi navê ”Prensipên Wilson” hatibûn naskirin, ji alîyê hemî dewletên beşdarê şer ve hatibûn qebûlkirin. Li gora wan prensipan, gelên ne Tirk ên ku berî şer di binê destê Osmanîyan da bûn, divîya ku pêşedema xwe bi xwe kifş bikirina û eger bixwestina divîya ku bikarîna dewletên xwe yên xweser jî saz bikirina.

Zana û xwenda û xwendekarên Kurd, ew rewşa xilxilî û têkilhev, jibo vêkxistin û xebateka neteweyî û jibo rizgarîya Kurdistanê keyseka lêhatî dîtine û xwestine ku ji wê keys û fersendê mefadar bibin. Eşkera ye ku tovê amadekirin û vêkxistin û  pêkanîna tevgereka neteweyî, bi belavkirina bîr-bawerîyên neteweyî di nava gel da tê çandin. Ew jî bi xebata qadroyên pêşewa  mimkun  (mikun) dibe. Wek ku me li jor jî got, Kurdên ku qadroyeka weha pêkbanîna li Stanbolê hebûne. Wan Kurdan , qadroyeka weha pêkanîye û wê qadroyê, jibo rakirina wî barê giran, yekser piştê xilasîya şer dest bi xebatê kirîye.  Berê wê xebatê jî, sazkirina ”Komela pêşketina Kurdistanê” (Kürdistan Tealî Cemîyetî û derxistina kovara ”Jîn” û kovara ”Kurdistan” bûye.” (M. E. Bozarslan, Eynê eser, r. 8)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *