Serdan û bîranîna şehîdên Kurdistanê

Me îro li Sêwregê serdana têkoşer û lehengên doza netewî kir. Me wan û hemû şehîdên Kurdistanê bi hişmendiyek netewî bibîr anî, bi rêzdarî yad kir.
Destpêkê de me serdana Serokê PDKT Faik Bucak kir, bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê re di derbarê têkoşîn û şehîd kirina Faik Bucak de axaftin hatin kirin.
Piştî rêzgirtina Faîk Bucak me serdana heval û hogirên xwe yên têkoşer Mehmet Hamidanoğlu û Kerim Hamidanoğlu kir. Me wan bi rêzdarî bibîr anî. Herdû bira li kêleka hev re di xewa şîrîn de bûn.
Dûrê me serdana têkoşer û Kurdperwerê hêja şehîd Ferît Uzun kir, bi rêzdarî û hestiyarî bibîr anî.
Me bi silavek germî serdana têkoşer û Kurdperwerê hêja Necmeddîn Buyukkaya kir. Bi rêzdarî bibîr anî.
Necmeddîn Buyukkaya û Vedat Aydin hevalên min yên zindanê bûn. Di kesayeta wan hemû lehengan de, di serîde Pêşmergê Welat Seîd Elçî, Fehmî Bîlal û hemû şehîdên doza netewî em bi rêzdarî bibîr tînin.
Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *